Hesp

From Wikipedia, the free encyclopedia

Hesp
Remove ads

Hesp an astor (Equus ferus caballus), binecureyekî guhandarê gihaxwer ji cureyê hespê kovî (Equus ferus), ji cinsê Equus û ji famîleya hespan an Equidae ye. Hesp ji ker mestir e, bo siwarbûn û barhilgirtin û cotajotinê têt bikaranîn. Ta ku simên wan nêşînin, tên nalkirin.

Agahiyên Praktîk Dabeşandina zanistî, Navê zanistî yê latînî ...
Remove ads

Terminolojî

Ji hespên re mehîn tê gotin. Yên ciwan jî canî an canîk in. Ji yên berî siwarbûnê re li hin deveran hesptor tê gotin. Cureyekî hespên yê pir mezin heye pê ra dibêjin qedene. Bi hespên çê ra dibêjin kihêl.

Şayes

Dirêjiyê hespê gor cureyên wî qasî 76 ta 175 cm û giraniyê wî digihîje 54 ta 998 kg[1].

Reftar

Hesp pir zexm û hêzdar e. Ew girseya xwe ku çi qas bi kar e jî li hêlekê mixeter ye jî. Ajalên mina ker û hespan zîtan davên, yanê simên xwe yên paş li merivan dixin. Ku hepsek zîtekê rasta berjorî zikî merivan bîne dikan merivan bikuje. Hespên çê bi rehwanî direvin. Reva rehwanî ew reva ku her du nigên pêşiyê bi hev ra davên e. Mehnê ku hespan hubiki rehwaniyê sindifê davên nigên pêşiyê. Reveka din ya hespan heye ku pê ra dibêjin liq. Liq revê hêdî ya ku hesp nigên bi hev ra navên e.

Hesp di çandeyê da

Hesp di çandeyê kurdan da ciyekî giring digire. Ji bo şuxul û karan bi kar anîn li hêlekê dema berê bûk li hespan dikirin. Wextê ku bûk diwirin jî xortan hesp xar dikirin.

Pêşangeh

Bide ber

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads