Zaza
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Zaza, dimilî, kirmanc yan jî kird, kurdên[1][2][3][4] ku bi kurdîya zazakî (kirdkî, kirmanckî, dimilî) dipeyivin û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dijîn.[5][6][7][8][9]

Remove ads
Deverên ku Zaza lê dijîn
Zaza bi taybetî li van bajaran dijîn, lê di van demên dawî de gelek ji wan ji ber zordariya Kurdistan koçî bajarên bakurê Kurdistanê û Ewropayê bûne:
Nav

Kurdên ku bi kirmanckî diaxifin, li her herêmê, xwe bi eynî navî bi nav nakin; cuda-cuda navên etnîkî didin xwe û zimanê xwe: kirmanc, kird, dimilî û zaza.
Lokasyona cografîk
Herêmên ku kirmanc (zaza) tê de dijîn; Çewlig (Bingöl), Dêrsim (Tunceli), Erzingan (Erzincan), Erzirom (Erzurum), Barbut (Bayburt), Qers (Kars), Mûş, Xarpêt (Elazığ), Diyarbekir, Ruha (Urfa), Semsûr (Adıyaman), Bedlîs (Bitlis) û Sêrt (Siirt) e. Dîsa, li hinek bajarên Tirkîyê, wek Qeyserî (Kayseri), Nigde, Gümüşhane û Sêvazê (Sivas) ji mensûbên ve grûbê hene. Di van herêman de kirmanc tenê li Dêrsim û Çewligê piranî ne, li cîyên din ji kurmancan kêmtir in.
Dîn û ayîn
Kurdên ku lehça wan kirmanckî (zazakî) ye, ji alîyê dînî de du beş in: Misilmanên sunî û elewî. Meriv ku xeta Xarpêt û Mûşê esas bigire, başûrê wê xetê sunî, bakurê wê jî elewî ne. Yek îstîsna Bongilan (Solexan) a Çewlîgê ye. Qismek ji vê qezayê li bakûrê xetê ye û sunî ye.
Mijarên têkildar
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads
