Kuvark
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Kuvark (bi înglîzî: mushroom) curayekî karokan e. Gelek texlîtên kuvarkan bi rengên cuda cuda hene. Heta hin ji wan hene ku jehrî jî di wan de heye. Her sal gelek kes bi van karokên jehrîdar dimirin.
Kuvark li Kurdistanê di demsala biharê de li mêrg û terazinan şîndibin. Kuvark dema hêj nû ji binê axê derdikevin derva, gelek piçûk in, qurma wan zirav e û jora wan tar vedigire; girover dibe û keviyên xwe bi jêrê ve diwergerînin. Kuvark ji aliyê tara xwe ya binî ve, xetxetkî ye. Bihneke xweş jê tê û ji bo xwarina mirovan xwerekekî pir hêja, bi adan û nişa ye.
Remove ads
Cureyên kuvarkan
- Dobelan
- Fisegur, fisê kûçikan (Lycoperdon sp.)
- Fîqeroş (Boletus edulis)
- Kuvarka biya (Pleurotus ostreatus)
- Kuvarka daran (Boletus edulis)
- Kuvarka kelema (Amanita sp.)
- Kuvarka kera (Coprinus comatus)
- Kuvarka kewaxa (Agrocybe aegerita)
- Kuvarka kinkor (Pleurotus eryngii)
- Kuvarka kûçika (Coprinus atramentarius)
- Kuvarka pûşî (Fomes fomentarius)
- Kuvarka rastan, kuvarka guhera, kuvarka mêrga (Agaricus campestris)
- Kuvarka sor (Amanita muscaria)
- Kimî (Agaricus bisporus)
- Pişo (Polyporaceae)
- Pozgolik
- Sing (Armillaria tabescens)[1]
Remove ads
Karok wek xwarin
Li Cizîra Botan ev xwarin ligel kuvarkan tê çêkirin:
Bêjenasî
Kuvark yek ji peyvên kevin yê îndo-europî ye. Di zimanê farisî de hatiye guhartine lê di zimanê sanskrît dakavaka ye.[çavkanî hewce ye] Di kurdî da peyvên kuvk, kuvark û kevz û peyva sanskrît kavaka ji yek peyvê tên.[çavkanî hewce ye] Peyva kuvk wek küf derbasa tirkî jî bûye. Di devokên kurdî da ji bo bi kuvark gellek nav tên gotin. Ku yek li ev peyvan bi baldar binêre yê eleqeyên wan bi kuvarkê ra bîne:
Ji bo kuvark
Ji bo kuvk
Ji bo kevz
- Fitrik
- Kevz
- Kewz
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads