Reg
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Reg[1][2][3][4][5] an jî reh (bi înglîzî: root) beşek riwekên lûleyî ye ko bi gelemperî li bin erdê de dirêj dibe, riwekê bi axê ve diçespîne, av û mîneralan dimijîne û diguhazîne bo qedê.[6]

Di riwekên lûleyî de reg pêkhateyên binerd in û sîstema regê (bi înglîzî: root system) pêk tînin. Pêkhateyên sererd ên wekî qed, pel û kulîlk jî sîstema hilkişînê (bi înglîzî: shoot system) ya riwekê pêk tînin. Ne sîstema regê ne jî sîstema hilkişîne nikarin ji hev cûda, bi tena serê xwe bijîn. Ji ber ko reg di nav axê de di tariyê de ne û xaneyên regê bê kloroplast in, nikarin bi fotosentezê xurekemadeyên endamî berhem bikin. Ango xaneyên regê, xurekên endamî ji qed û pelê, ji sîstema hilkişînê dabîn dikin. Herwisa xaneyên qed û pelê jî bi navbeynkariya regê av û mîneralan dabîn dikin.[7]
Remove ads
Erkên regê
Di riwekên tovdar de sê karên serekî yên regê heye:
I. Girêdana riwekê bi axê ve,
II. Mijîna av û mîneralan û ber bi jor ve guhaztina wan.
III. Embarkirina berhemên fotosentezê. Herwisa çêkirina hin hormanan jî yek ji karên girîng ên regan e
Bi axê ve çespandina bi mukum, ji bo sîstema hilkişinê ya riwekê girîng e. Heke riwek bi axê ve bi awayekî xurt hatibe girêdan, pel, kulîlk û fêkîyên riwekê li ser riwekê de bi awayekî guncav cih dibin. Bi vî awayê pel dikarin hê pirtir tîrojên rojê bimijin, perîner (bi înglîzî: pollinator) hê baştir kulîlkan diperînin û fêkîyên riwekê li her aliyê riwekê de geşe dibin. Herwîsa heke çespandina riwekê bi axê ve bi têra xwe qayim be, di rewşên neyînî yên hawirdorê de, wekî mînak, bahoz, tofan û lehiyan de riwek wernagere.[8]
Reg av û mîneralên (xurekên neendamî) wekî fosfat, sulfat û nîtratan ji axê dimijînê, riwek mîneralan ji bo çêkirina awêteyên endamî bi kar tînin.[9]
Gellek corên riwekan de reg karê embarkirina xurekên endamî an jî avê dike. Piraniya regan li jêrê erdê ne, lê regên hin riwekan li ser rûyê erdê ye.[10] Wekî mînak, rega orkîdeyan an jî rega dara mangrov.
Remove ads
Corê regan
Rega singî
Regên piraniya riwekên dulep û riwekên tovrût rega singî (bi înglîzî: taproot) ye. Rega singî hin caran wekî rega mixî jî tê navkirin. Rega singî regek serekî ya stûr û berbiçav e, regên tenîştî bi rega serekî ve girêdayîne, lê bi qasî rega serekî geşe nabin û hê ziravtir dimînin. Rega singî ji rega embriyonî ya bi navi regoke (bi înglîzî: radicle) diperise. Regoke pêşî beşek tovê ye, piştî zîldanê, regoke bi firehî geşe dibe û di sîstema regê de li gor regên teniştî dibin rega herî gir û stûr. Wekî mînak gezêr, tivir, silq bi eslê xwe regên singî yên riwekê ne. Di van riwekan de gelek regên teniştî (bi înglîzî: lateral roots) jî bi rega singî ve girêdayîne, lê piştê hilberînê, regên teniştî tên durxistin û paşê tên şandin bo bazarê.[8]
Di hin riwekên dulep de rega singî û regên teniştî hema bi heman qebareyê ne, lê ji bo bûyîna rega singî pîvan ev e ko rega singî ji regokeyê geşe dibe.[8]Regên teniştî ji rega singî dirêj dibin, lê paşê ji wan regan jî regên tenîştî yên nû dirêj dibin. Bi vî awayî di nav xakê de tora sîstema regê.
Rega rîşalî

Di piraniya riwekên yekep û hin riwekên dulep de ji qedê riwekê bi heman dirêjî û stûriyê, gelek reg dirêj dibin û sîstema rega rîşalî ava dikin. Di van riwekan de di dema zîldanê an jî hema paşê zîldana tovê, regoke dimire.[11] Ji binê regokeyê gopika regê dirêj dibe û sîstema rega rîşalî ava dike. Her ko riwek geşe dibe, hê pirtir gopikên regê îcar ji qedê zîl didin. Ji ber ko regên rîşalî (bi înglîzî: fibrous roots) wekî regên sêwî ne, ango ji regên heyî dirêj nabin û ji regokeyê çênabin, ev reg wekî regên palpiştî (bi înglîzî: adventitious roots) tên navkirin.[8] Riwekên wekî riweka genim, riweka garis, riweka ceh û pîvaz, riwekên bi rega rîşalî ne.
Piraniya riwekan, sîstema rega singî an jî sîstema rega rîşalî bi kar tînin. Gellek corên riwekan jî kombînasyona herdu sistemên regê bi kar tîninin.[12]
Asta kûrahiya axê ya av û mîneral jê tê dabînkirin, li cem sîstema rega singî û rega rîşalî de ne yek e. Riwekên bi rega singî dikarin regên xwe dirêjê kurahiya bi qasî 40-50 mêtreyan bikin û ava binerdê bimijînin. Regen riwekên bi rega rîşalî, bi gelemperî nêzîkê rûyê erdê de cih digirin û ji qadek fireh ava baranê ya nav axê dimijînin.
Remove ads
Pêkhateya birgeha dirêjkî ya serikê regê

Lûtkeya serikê regê ji aliyê derve bi kulavê regê ve dapoşî ye. Kulavê regê an jî kalîptra (bi înglîzî: root cap- calyptra) endamek piçûke ko serikê regê ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze.
Di birgeha dirêjkî (bi înglîzî: longitudinal section) de pêkhateya navî ya serikê regê ji sê beşên serekî pêk tê:
I.Başa dabeşbûna xaneyan (bi înglîzî: zone of cell division),
II.Beşa dirêjbûnê (bi înglîzî: zone of elongation) û
III. Beşa pêgihîştinê (bi înglîzî: zone of maturation).[13]
Geşeya seretayî ya regê di van beşan de rû dide.[14]
Beşa dabeşbûna xaneyan
Xaneyên beşa dabeşbûna xaneyan, ji merîstema lûtkeyî pêk tên. Merîstema lûtkeyî di navenda serikê regê de cih digire. Loma beşa dabeşbûna xaneyan hin caran wekî beşa merîstemî jî tê navkirin. Piraniya dabeşbûna xaneyan, di xaneyên peravê şaneya merîstemê, li kêleka kulavê regê de rû dide. Xaneyên vê beşê 12 heta 36 saetan de carek dabeş dibin.[12] Di beşa dabeşbûna xaneyan de xane bi şêweyî şeşpalû (kubîk) ne, vakuolên wan piçûk in û xwediyê navikek gir a navendî ne.[15]
Di navenda merîstema lûtkeyî de komek xane hene ko leza dabeşbûna wan li gor xaneyên peravê, gellek hêdî rû dide, ji cihê van xaneyan re tê gotin navenda bêdengiyê (bi înglîzî: quiescent center). Xaneyên navenda bêdengiyê 200 heta 500 saetan carek dabeş dibin.[12] Navenda bêdengiyê wekî çavkaniya xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) kar dike û nûbûn û berdewamiya meristema lûtkeyî ya regê dabîn dike.[16]
Xaneyên merîstema lûtkeyî yên ber bi aliyê serikê regê, bi dabeşbûnê, xaneyên stûnî çêdikin û bi vî awayî reg ber bi jêr ve dirêj dibe. Xaneyên stûnî kar dikin bo têgihîştina temas, hêm, pesto û erdkêşê. Xaneyên merîstemî yên li tenîştên navenda bêdengiyê, xaneyên teniştî yên kulavê regê çêdikin. Xaneyên merîstemî yên ber bi aliyê qedê jî xaneyên şaneyên navî yên regê çêdikin.[13]
Merîstema lûtkeyî ya reg û qedê, di geşe û peresîna riwekê de dabeşê sê beşên merîstemî dibin:
I.Protoderm, şaneya rûpoşî (epîdermîs) çêdike.
II. Merîstema binçîne, li aliyê navî yê protodermê de xaneyên parenkîma yên tûkilê berhem dike.
III. Prokambiyum, di navenda regê de wekî stûnek lûleyî peyda dibe û niyana seretayî û darika seretayî çêdike.
Kirok (bi înglîzî: pith) ji xaneyên parenkîma pêk tê û ji merîstema binçîne peyda dibe. Qedên piraniya riwekan, kirok lixwe digirin. Bi gelemperî di regên riwekên dulep (bi înglîzî: dicot plants) de kirok tune ye, lê regên piraniya riwekên yeklep de kirok heye.[9]
Beşa dirêjbûnê
Geşeya seretayî ya regê bi dabeşbûna xaneyên merîstema lûtkeyî û dirêjbûna xaneyên beşa dirêjbûnê rû dide.[7] Di serikê regê de, hema li paş merîstema lûtkeyî, beşa dirêjbûnê cih digire. Di vê beşê de hin çalakiyên merîstemî rû didin, lê bi gelemperî li vir xane dirêj dibin û qebareya xaneyan diguhere. Xaneyên beşa dirêjbûnê ji hawirdora xwe av werdigirin û bi awayekî berçav dirêj dibin, diguherin. Bi dabeşbûna xaneyên merîstemê û dirêjbûna wan, merîstema lûtkeyî ya regê û kulavê regê di nav axê de ber bi jêr tên paldan. Beşên din ên regê yên li jorê beşa dirêjbûnê ne, dirêj nabin lê di riwekên pirsalî de stûriya regê zêde dibe.[12]
Di beşa dirêjbûnê de xaneyên derveyî, protoderm in û diguherin bo epîdermîsê. Di navenda beşa dirêjbûnê de şaneya pêşengê lûleyan (bi înglîzî: provascular tissue) heye û bi guherîna wê, niyana seretayî û darika seretayî peyda dibe. Ango pêşî şaneya lûleyî çêdibe paşê regemû (mûyên regê) di beşa pêgihîştinê de peyda dibin. Di navbera şaneya pêşengê lûlelyan û protodermê de şaneya binçîne (bi înglîzî: ground tissue) cih digire. Şaneya binçîne ji xaneyên parenkîma pêk tê û diguhere bo tûkila reg.[8]
Beşa pêgihîştinê
Xaneyên ko di beşa dirêjbûnê de hatin dirêjkirin, di beşa pêgihîştinê de tên guhartin bo xaneyên taybet. Xaneyên li rûyê regê bi gorankariyê dibin xaneyên epîdermîsê. Hin xaneyên epîdermîsê regemû (bi înglîzî: root hairs) lixwe digirin.[15]
Beşa pêgihîştinê bi hebûna regemûyan, ji beşên din ên regê cudatir xuya dibe. Regemû ji epîdermîsê dirêj dibin. Ango regemû bi tena serê xwe xane nîn in lê niçikên lûleyî ne ko ji xaneyên epîdermîsê ber bi derve dirêj dibin.[12]Regemû bi firehkirina rûberê regê, şîyana mijînê ya regê zêdetir dikin.[9]Dirêjiya regemûyan dibe ko bigihîje 1.3 cm. Tîreya regemûyan bi qasî 10 µm ye. Ji ber ko tîreya wan zirav e, regemû dikarin ji nav kunên piçûk ên nav axê, av û mîneralan bimijînin. Parzûna plazmayê ya regemûyan bi proteînên hilgir (bi înglîzî: carrier protein ) ve dewlemend e. Proteînên hilgir, enerjiya ATP-yê ji bo mijîna hin madeyan bi kar tînin.[13]Regemû pir nazik in, gava reg di nav axê de geşe dibê, madeyên nav axê ziyan digihînin regemûyan. Regemû bi qasî 4-5 rojan dijî loma di beşên jorê beşa gihîştinê de regemû tune. Reg di beşa pêgihîştinê de li dewsa regemûyên mirî, bi awayekî berdewam regemûyên nû çêdike.[13]
Remove ads
Pêkhateya panîbirgeh a serikê regê

Heke beşa pêgihîştinê ya serikê regê bi berwarî were jêkirin, panîbirgeha (bi înglîzî: cross section) serikê regê tê bidestxistin. Panîbirgeha serikê regê ji aliyê derve ber bi navî, ji epîdermîs, tûkil, endodermîs û stûna lûleyî pêk tê.
Epîdermis
Çîna epîdermîs ji qorek xaneyên epîdermîsî pêk tê. Dîwarê xaneyê yê xaneyên epîdermîsê tenik in û xane bi gelemperî bi şêweyî lakêşe ne. Di beşa pêgihîştînê de gelek xaneyên epîdermisê diguherin bo xaneyên regemûyan.[17]
Tûkil
Epîdermîsa regên pêgihîştî stûnek(sîlîndîr) xaneyên parenkîma ya bi navê tûkila regê (bi înglîzî: root cortex) dorpêç dikin.[13] Xaneyên tûkila regê bi awayekî sist rêz dibin. Di navbera xaneyên tûkilê de valahiyên fireh hene, ji bo embarkirina oksîjenê û ji bo guhaztina av û mîneralan bi rêya apoplastî, valahiyên navbera xaneyan tên bikaranîn. Di navbera xaneyên tûkilê yên cîran de pira sîtoplazmayê ango plazmodezma (bi înglîzî: yekjimar “plasmodesma”, pirjimar "plasmodesmata") hene. Plazmodezma cogên sîtoplazmî ne, madeyên ji axê hatine mijîn bi navbeynkariya plazmodezmayan ji xaneyek tûkilê ber bi xaneya din ve tên guhaztin. Di tûkilê de guhaztina av û mîneralan bi belavbûnê (dîfuzyon) di dîwarên xaneyan de, an jî di valahiya navbera xaneyan de rû dide.[8]Herwisa valahiyên navbera xaneyên tûkilê, ji bo guhaztina (bi dîfuzyonê) oksîjenê jî kar dikin. Oksîjen ji axê an jî ji qedê ber bi xaneyên regê va tê guhaztin.[8]Xaneyên tûkilê xurekemade jî embar dikin.Bi gelemperî xurekên endamî bi şeweyî nîşa di amîloplastên xaneyên parenkîmî yên tûkilê de tên embarkirin.
Endodermîs
Di beşa pêgihîştinê de çîna navî ya xaneyên tûkilê diguherin bo endodermîsê. Endodermîs lûleyek e bi stûriya yek xaneyê ye. Erkê serkî yê endodermîsê kontolkirina derbasûna av û mîneralan ji tûkilê bo lûleya stûnî ye. Xaneyên epîdermîsê bi şerîda Caspary pêçayî ne. Şerîda Caspary ligînîn û suberîn lixwe digire û dijav e, loma rê nade madeyên bi rêya apoplast tên guhaztin bi serbestî xwe bigihînin şaneya lûleleyan.[8]
Tu kontrola xaneyên tûkilê li ser guhaztina madeyên bi rêya apoplastî (bi înglîzî: apoplastic pathway) tune. Heke ne ji endodermîsê ba, her cor mîneral wê ji axê bi serbestî derbasê valahiya navbera xaneyan û dîwarê xaneyan biban, xwe bigihîştina darikê û belavê hemû beşên riwekê biban. Lê ji ber ko şerîda Caspary rê nade av û mîneralan, divê ew pêşî derbasê nav sîtoplazmaya xaneyên endodermîsê bibin.[17]Di bin kontrola endodermîsê, mîneralên ko pêdiwiya riwekê bi wan heye û ne ziyanbexş in, dikarin derbasî şaneya darik bibin.[8]
Stûna lûleyî

Hemû şaneyên li binê çîna endodermîsê de cih digirin, wekî stûna lûleyî (bi înglîzî: stele- vascular cylinder) tên navkirin.[15]Stûna lûleyî ji çêwebazine û şaneya lûleyî pêk tê. Di navbera endodermîs û şaneya lûleyî de herêmek bêtertîb a ji xaneyên parenkîmî heye û wekî çêwebazine (bi înglîzî: pericycle) tê navkirin. Xaneyên çêwebazine dikarin dabeş bibin û xaneyên nû çêbikin. Ango di xaneyên çêwebazine de taybetmendiya merîstemî heye. Heke di regê de rêjeya hormona oksîn (bi înglîzî: auxin) bigihîje astek diyarkirî, çêwebazine çalak dibe û bi dabeşbûna xaneyan, regên teniştî çêdike. Regên teniştî xaneyên tûkilê û epîdermîsê diqelişînin û ber bi derve dirêj dibin.[13]Herwisa di stûna lûleyî ya riwekên pirsalî yên dulep û riwekên tovrût de, ji bo geşeya duyem, kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) û kambiyuma tepedorî (bi înglîzî: cork cambium) jî cih digirin.[15] Kambiyuma lûleyî ji qorek xaneyên merîstemî pêk tê û di navbera darik û niyanê de cih digire. Kambiyûma lûleyî darikên duyem û niyanên duyem çêdike. Kambiyuma tepedorî li aliyê derveyî kambiyuma lûleyî de şaneya tepedorî (perîderm) çêdike. Xaneyên perîdermê yên pêgihîştî mirî ne û suberîn lixwe digirin,regê ji bandorên neyînî yên hawirdorê diparêzin.[12]
Şaneya lûleyî di beşa navî ya stûna lûleyî de cih digire. AV û mîneral ji aliyê şaneya darik ve ji regê bo hemû beşên riwekê tên guhaztin. Şaneya niyan ji bo guhaztina xurekên endamî kar dike.[18]
Di regên riwekên dulep de darik û niyan di stûna lûleyî de li dû hev bi şêweyî tîpa x rêz dibin, lê regên yeklêp de şaneya lûleyî bi şeweyê xelek li dora kirokê rêz dibin.[10]
Remove ads
Guhaztina avê di regê de

Di regê riwekan de piraniya av û mîneral di beşa serikê regê de tên mijandin.[11]Di beşa pêgihîştinê de xaneyên tûkilê karên guhaztina av û mîneralan ji epîdermîsê ber bi şaneya lûleyî ve didin destpêkirinê. Di tûkilê de du beş ji hev hatine cihêkirin: apoplast ango cihê vala (bi înglîzî: apoplast-free space) û sîmplast ango tora sîtoplazmayê (bi înglîzî:symplast -cytoplasmic network ) Guhaztina av û mîneralan bi van herdu rêyan rû dide.
Ji ber ko ava nav xaneyên regê bi berdewamî tê guhaztin bo şaneya darik û şaneya darik jî avê heta stomayên pelê diguhazîne, di xaneyên tûkila regê de xestiya avê ji xestiya ava nav axê kêmtir e. Loma ava nav axê meyl dike ko ber bi xaneyên regê ve biherike.[9]Di tûkilê de guhaztina av bi belavbûnê (dîfuzyon) rû dide. Heke av di nav selûloza dîwarên xaneyan de, an jî di valahiya navbera xaneyan de ber bi stûna lûleyî ve were guhaztin, ji vê guhaztinê re te gotin guhaztina apoplastî (bi înglîzî: apoplastic transport).[8] Av di endodermîsê de derbasî nav sîtoplazmayê dibe û tê guhaztin bû şaneya darik.
Bi guhaztina sîmplstî av ji aliyê xaneyên epidermîsê, bi regemûyan, ji axê bi osmozê tê wergirtin û di xaneyên tûkilê de, di nav sîtoplazmayê de bi navbeynkariya pirên sîtoplazmayê, ango plazmodezmayan ji xaneyek ber bi xaneya din ve tên guhaztin.
Remove ads
Guhaztina mîneralan di regê de
Îyonên mîneralan di nav avê de di valahiyên gelek piçûk ên axa derdora regê de cih digirin. Ji bo bikevin nav riwekê, divê mîneral ji parzûna xaneyê yên epîdermîsê an jî xaneyên tûkilê de derbasî nav sîtoplazmayê bibin. Îyon bi dîfuzyona sade (bi înglîzî: simple diffusion), dîfuzyona asankirî (bi înglîzî: facilitated diffusion) û guhaztina çalak (bi înglîz: active transport) dikevin nav riwekê.
Heke xestiya mîneralek li axê de zêde be lê di xaneyên regê de kêm be, vê gavê ew mîneral bi rêya dîfuzyona sade, di nav avê de derbasî nav xaneyên riwekê dibe. Lê di mijîna mîneralan de rêbaza dîfuzyona sade, bi qasî rêbazên din girîng nîne. Di rêbaza dîfuzyona asankirî û guhaztina çalak de di parzûna xaneyê de hin molekulên guhêzer hene û dikarin hin mîneralan ji hev derbixin û bibijêrin. Di difuzyona asankirî de jî mîneral li nav axê de bi xestiyek bilind e û di riwekê de xestiya wê mîneralê kêm e, lê di parzûna xaneyê de derbasbûna mîneralê ji aliyê proteînên guhêzer ve tê rêkxistin.[17]
Ji bo mijîna mîneralan rêbaza herî girîng, guhaztina çalak e. Di guhaztina çalak de li gel proteînên guhêzer, enerjiya ATP-yê jî tê bikaranîn. Di guhaztina çalak de riwek biryar dide ka ji axê kîjan mîneral were girtin. Ji bo guhaztina çalak ne hewceye ko xestiya mînarala nav axê, ji ya nav regê zêdetir be. Dibe ko xestiya mînerala nav axê ji ya nav xaneyên regê kêmtir be an jî xestiya mînarale li herdu aliyan jî yeksan be.
Bi kîjan rêbazê dibe bila bibe, carek mîneral ket nav tora sîtoplazmayê, bi navbeynkariya plazmodesmayan ,mînearal di xaneyên tûkilê de derbasî nav xaneyên endodermîsê dibe, ji wir jî dikeve nav xaneyên stûna lûleyî û derbasî darikê dibe.[17]
Av û mîneral ji axê ber bi şaneya darik bi berwarî tên guhaztin. Arasteya guhaztinê ji epîdermîsê ber bi stûna lûleyî ye.
Regemû/ Epîdermîs → Tûkil → Endodermîs → Çêwebazine → Darik
Remove ads
Geşeya seretayî ya regê

Hemû cor riwek bi geşeya seretayî çêdibin, piraniya riwekên giyayî (riwekên yeksalî) de tenê geşeya seretayî rû dide. Lê di hin riwekên giyayî û hemû riwekên pirsalî de piştî geşeya seretayî, geşeya duyem jî rû dide.
Di riwekên tovdar de li aliyê jêrê embriyoyê de pêkhateyek merîstematî ya bi navê regoke (bi înglîzî: radicle) heye, dema zîldana tovê de ev beş diperisê bo regê rîwekê. Geşeya seretayî ya regê bi dabeşbûna merîstema lûtkeyî ya regê ve tê revebirin. Ji aliyê merîstema lûtkeyî xaneyên nû tê çêkirin, hinek ji xaneyên nû di merîstemê de dimînin û hê pirtir xane çêdikin. Hinek ji xaneyên merîstemê jî tên guncandin bo çêkirina şane û endamên nû yên riwekê.[14]
Di beşa stûna lûleyî de çêwebazine û şaneya lûleyî cih digire. Darik û nîyana şaneya lûleyî ya ji aliyê merîstema lûtkeyî ve hatine çêkirin, wekî darika seretayî û niyana seretayî tên navkirin.[7]
Bi geşeya seretayî dirêjiya regê zêde dibe. Di bin axê de dibe ko dirêjiya reg û liqên regê bi çendan metre bin. Lê di regê riwekê de tenê beşek piçûk, a serikê regê dirêj dibe. Beşên din ên regê dirêj nabin, di riwekên pirsalî de ev beşên regê stûr dibin.[18]
Remove ads
Geşeya duyem a regê
Geşeya duyem a regê, di riwekên pirsalî de rû dide. Çêwebazine û hin xaneyên paşmayî yên prokambiyumê, kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî çêdikin. Kambiyuma lûleyî di navbera darika seretayî û niyana seretayî de cih digire. Bi çêkirina darika duyem û niyana duyem, tîreya regê zêde dibe. Kambiyuma tepedorî li aliyê derveyî çêwebazine tê çêkirin. Kambiyuma tepedorî li aliyê navî ya regê, şaneya felodermê (bi înglîzî: phelloderm) çêdike. Şaneya feloderm ji bo embarkirina xurekan kar dike. Kambiyuma tepedorî ber bi aliyê derveyî regê jî, ji xaneyên mîrî yên parêzer,çînek ava dike, ji vê çîne re tê gotin tepedor (bi înglîzî: cork).Şaneya feloderm, kambiyuma tepedorî û çîna tepedor hersê bi hev re wekî perîderm tên navkirin. Perîderm endodermîs, tûkil û epîdermîsê diqelişîne û ber bi derve geşe dibe. Xaneyên ev hersê pêkhateyan dimirin û diweşin. Ango di riwekên pirsalî de, çîna derveyî ya beşa rega pirsalî ne epîdermîs, lê perîdermîs e.
Remove ads
Hevkarîgeriya sîmbiyozî
Regên riwekên bejayî bi hin karok û bakteriyên nav axê ve têkiliyên sîmbiyozî yên mutalîzmî (bi înglîzî: mutualistic) ava dikin. Riwek dikare hin mîneralên pêwîst ên ko di axê de xestiya wan pir kêm e, bi sîmbiyozê dabîn bike.[9] Sîmbiyoza navbera reg û hin karokan wekî mîkorîza (bi înglîzî: mycorrhizae) tê navkirin. Bi hevkariya mîkorîza, karok ji regê riwekê xurekên endamî yên berhemên fotosentezê werdigire. Di heman demê de, mîneralên pêwîst ên wekî fosfor, ji karokê tê guhaztin bo regê riweka mêvandar. Tîreya mîselyuma karorokê ji tîreya regê ziravtir e, loma karok dikare xwe bigihîne her aliyê axê û mîneralan bimijîne. Di hin corên mîkorîzayan de karok, regê mîna kalanek dipêçîne. Di hin coran de jî karok dirêjê nav dîwarê xaneyên tûkila regê dibin.[9]
Hin bakteriyên çespandina nîtrojenê wekî bakteriyên rîzobiyum (bi înglîzî:Rhizobium) tên navkirin. Rîzobiyum bi regên riwekên mîna fasûli, nok, nîsk û polkeyê re têkiliya sîmbîyozê ya mutualîzmî ava dikin. Bakterî di regê riwekan de, di nav girêyan de dijîn. Bakterî ji riwekê berhemên fotosentezê werdigirin. Bakterî ji nîtrojena atmosferê, amonyak berhem dikin û diguhazînin riwekê, riwek amonyakê ji bo çêkirina awêteyên nîtrojenî wekî çavkanî bi kar tîne.[9]
Xweguncandinên regê

Di hin riwekan de reg bi gorankariyi xwe guncandiye û li gel mijîna av û mîneralan, hin karên taybet jî bi rê ve dibe. Regên ji bo karek taybet hatiye guncandin, dibe ko ji regê an jî ji qedê hatibe çêkirin. Hin reg bi guncandinê, hê pirtir palpiştî dide riwekê û riwekê hê baştir bi axê ve dibestîne. Hin regên hatine gucandin jî bo embarkirina av û xurekên endamî, an jî ji bo wergirtina oksîjenê ji atmosferê kar dikin.[14]
Piraniya riwek di qed û regên xwe de hinek xurek embar dikin, lê hinek corên riwekan di regê xwe de ji nîşa û karbohîdratên din gelek xurek tê embarkirin, loma qebareya regê zêde dibe û reg diwerime, ji vê regê re tê gotin rega embarê. Wekî mînak, kartola şîrîn (Ipomea batatas), gêzer û silq (Beta vulgaris ) bi eslê xwe regên embarê ne.[19] Di gêzer û silqê de li gel rega singî, beşek ji qedê jî tevlê rega embarê dibin. Wekî mînak, bi qasî 2cm ên gêzerê ji qedê riweka gezerê pêk tê, lê ev beş ji derve xuya nabe. Heke gêzer bi dirêjkî were dabeşkirin bo du parçeyan, beşa regê baş xuya dibe.[12]

Hin reg palpiştî didin riwekê ko xwe bi axê ve xurt bibestîne û qedê riwekê bi awayekî tîk bimîne. Wekî mînak, di riweka garis (lazût) de li gel regên rîşalî yên binerd, ji qedê riwekê jî reg çêdibin û xwe digihînên axê.Ji vê regê re tê gotin rega palpiştî (bi înglîzî: adventitious root)
Hin reg li ser rûyê erdê bi atmosferê ve temas dikin, ji van regan re tê gotin rega hewayî (bi înglîzî: aerial root). Wekî mînak, hin corên orkîdeyan (bi înglîzî: orchids) li ser daran dijîn, regên wan ber bi jêr, di nav hewayê de deliqandî ye, nagihîje axê. Orkîde bi regên xwe ji mijê an jî ji baranê ava hewayê dimijînin. Regên mangrovê ji hewayê oksîjen werdigirin.
Remove ads
Girêdanên derve
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads
