Reyn
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Rên an jî Reyn[1] (bi romanş: , bi almanî: , bi îtalî: , bi fransî: , bi holendî: , bi latînî: ; peyveke ji hind û ewropiya kevin reie- bi wateya herikîn e), yek ji çemên herî dirêj ên Rojavayê Ewropayê ye.
Reyn li çiyayên Alpê yên Swîsreyê dizê; ji avên kaniya sereke Vorderrhein, li Tomasee/Lai da Tuma (Surselva, Grisons) û avên kaniya Hinderrhein a qeşayiya Paradies, li Grisonsê pêk tê. Avên her du kaniyan li Reichenau (Tamins) dikevin hev, dibin çemê Rên.
Di gola Bodenê ve diherike, dû re nêzîkî Schaffhausenê sûlavên Reynê çêdibin. Ev sûlav 23 m bilind in. Reyn di Swîsre, Fransa, Almanya û Holandê ve diherike, digihêje Deryaya Bakurî. Devê çemê Reynê jî li Hoek van Holland, Rotterdama Holandê ye.
Bajarên mezin mîna Basel, Strasbourg, Karlsruhe, Mannheim, Bonn, Köln û Rotterdamê ber çemê Rayn hatine avakirin. Rên ji bo çalakiyên bazirganî û danûstendinê jî gelek giring e.
Milên çemê Reynê yên herî mezin Neckar, Main, Mosel, Lahn, Sieg, Ruhr û Lippe ne.
Remove ads
Galerî
- Vorderrhein, cihê zana Reynê ye.
- Sûlavên Reynê, nêzîkî bajarê Schaffhausen, Swîsre.
- Bajarê Köln ber çemê Reyn, Almanya.
- Devê çemê Reynê li Holandê, ji esmên.
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads
