Stan Kirsch

aktorê amerîkî From Wikipedia, the free encyclopedia

Remove ads

Stanley Benjamin "Stan" Kirsch ( jdb. 15ê tîrmeha 1968an li New York City, New York, DYA - m. 11ê kanûna paşîn 2020 li Los Angeles, Kalîforniya, DYA) lîstikvan, senarîst, derhêner û rahênerê lîstikvaniyê yê amerîkan bû.

Agahiyên Praktîk Jidayikbûn, Mirin ...
Remove ads

Jînenîgarî

Kirsch li New York City, New York ji dayik bû. Wî wekî zarokek piçûk dest bi lîstikvaniyê kir. Karê wî yê yekem ê lîstikvaniyê di 4 saliya xwe de bû dema ku ew di hin dalberînên wêneguhêzîî ya Campbell Soup de derket.

Kirsch di 1992an de di rêzfîlma kurtzindî ya şemiya sibê bi sernavê Riders in the Sky û di rêzefîlma helesor General Hospital lîst. Wî di hin pêşandanên TV-yê de wek JAG, Family Law û Friends de rolên mêvanî girt .[1]

Rola wîya herî berbiçav di 1992an de di rêzefîlmê Highlander di rola Richie Ryan de dest pê kir. Ew wekî endamek kastê yê birêkûpêk di sezona 1997an de pênc fînal derket pêşandanê, lê herî dawî di beşa fînala rêzefîlmê "Not To Be" de derket, ku di 17ê gulana 1998an de hate weşandin.[2]

Kirsch di sala 2004an de bi filmê Straight Eye: The Movie yekem car derhênerî û hilberîneriya xwe kir. Ew bi Kristyn Green re zewicî bû, ku dibistana şanoyê ya Stan Kirsch Studios, ku wî di 2008 de ava kir, rêvekir.[3]

Di 11ê kanûna paşîn a 2020, Kirschê -51-salî li mala xwe ya Los Angeles mirî hate dîtin. Bijîşkê dadî yê Los Angelesê biryar da ku mirina Kirsch bi darvekirinê xwekujî bû.[4][5]

Remove ads

Fîlmnîgariya hilbijartî

Fîlm

  • 1998: Reason Thirteen (Short) di rola Michael de
  • 1999: Shark in a Bottle di rola Punk #1 de
  • 2000: The Flunky di rola Sammy Bestone de
  • 2004: Shallow Ground di rola Stuart Dempsey de
  • 2004: Straight Eye: The Movie (Short, writer, director) di rola Sonny de
  • 2005: Deep Rescue di rola Kevin de

Wêneguhêz

  • 1991: Riders in the Sky di rola Axl (1991) de
  • 1992–1997: Highlander: The Series di rola Richie Ryan de
  • 1992: CBS Schoolbreak Special di rola Steve de
  • 1992: The Streets of Beverly Hills (TV Movie) di rola Kenny Street de
  • 1995: Friends di rola Ethan de
  • 1995: ABC Afterschool Special di rola Matt de
  • 1996-2001: JAG di rola Lieutenant Ferrari / Ensign Frank Cody de
  • 1996: Home Song (TV Movie) di rola Kent Arens de
  • 1998: The Sky's On Fire (TV Movie) di rola Chuck de
  • 1999: Love Boat: The Next Wave di rola Vince de
  • 2000: Family Law di rola Rick Quinn de
  • 2002: First Monday di rola David Dahl Washington Post Reporter de
Remove ads

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads