Toros
zincîreçiya From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Toros an jî çiyayên Torosê, rêzeçiyayek e ku ji Torosa Rojava, Torosa Navendî û ji Torosa Rojhilat pêk tê. Torosa Navendî herêma perava Deryaya Navîn û Deşta Anatolyayê ji hev vediqetandiye. Torosa Rojhilat û rojhilata Torosa Navendî li Bakurê Kurdistanê herêma bilind a jorîn çêdikin ku di nav xwe de gelek deşt, çiya û zozanên bilind vedihewînin.
Sîstem ji rojavayê Deryaya Navîn despêdike heya çiyayên Cîloyê berdewam dike. Torosa Rojhilat ji başûrê rojavayê Bakurê Kurdistanê, ji bajarê Mereşê ve dest pê dikin û ber bi rojhilat ve heta herêma Colemêrgê berdewam dikin. Rêzeçiyayê Torosan beşek ji Kembera Alpê ya li Ewrasyayê ye. Piştê Torosan ji Colemêrgê Çiyayên Zagrosê dest pê dikin ku 1.600 kîlomêtre ber bi başûr ve dirêj dibin.
Remove ads
Etîmolojî
Zincîreçiya di bin navê xwe yê niha de di pirtûka Dîrokên Polybius de wekê Ταῦρος (Taûros) hatiye binavkirin. Heinrich Kiepert di pirtûka Lehrbuch der alten Geographie de dinivîse ku ev nav ji koka semîtîk (aramiya kevin) טורא (ṭūrā) hatiye wergirtin ku tê wateya "çiyayê".[1]
Dîrok
Ga bi gelemperî sembol û rave kirina xwedawendên bahozê ya kevnar ên Rojhilata Nêzîk bû ku ji ber vê yekê navê Ga, Toros û navê çiyayan ji vir tê. Li Torosan gelek perestgehên xwedawendên bahozê ya kevnar hene.[2] Bahozên bi hêzên li van çiyayan ji aliyê gelê Mezopotamyayê ve wekê karê xwedawendê bahozê Adad dihatin dîtin ku çemên Dîcle û Firatê bilind dike û ber bi wan ve diherikîne û bi vî awayî erdê wan şîn dike.[3] Dibe ku hûrî damezrênerên cûrbecûr xwedawendên bahozê yên Rojhilata Nêzîk kevnar bin ku zanyarên nûjen wan wekê gelên ku eslê wan ên pêşîn li Çiyayê Torosê bi cih bûne destnîşan kirine.
Li Kestelê cihek arkeolojîk a Serdema Bronzê hatiye dîtin ku delîlên pêşîn ên kanzaya pîlê (metal) destnîşan dike.[4] Deriya ku di serdema kevnare de wekê Deriyê Kilîkyayê tê zanîn di çiyayên bakurê navçeyê Tersusê ve derbas dibe.
Remove ads
Erdnîgarî
Çiyayên Torosê ji rojava ber bi rojhilat ve bi sê zincîreçiyayên wekê Torosa Rojava, Torosa Navendî û Torosa Başûrê Rojhilat hatine dabeşkirin.
Torosa Rojava
Çiyayên Torosa Rojava li dora Kendava Antalyayê kevaneke çêkiriye. Torosa Rojava çiyayên Akdağlarê, Çiyayên Begê, Çiyayê Katrancikê, Çiyayên Kuyucakê û Çiyayên Geyikê vedihewîne. Deşta Taşeli ya Rojhilat û çemê Goksuyê Torosa Rojava ji Torosa Navendî vediqetîne. Gelek lûtkeyên Torosa Rojava hene ku ji 3.000 mêtreyan heya 3.700 mêtreyê bilind dibin. Çiyayê Kızlarsivrisiyê bi bilindahiya 3.086 mêtreyê li Çiyayên Begê lûtkeya herî bilind a Torosa Rojava ye.[5]
- Dîmenek ji Termessosê ku bajarekî kevnare yê li Torosa rojava ye.
- Dîmenek ji Kendava Antalyayê ku roj li Torosa Rojava diçe avan.
- Dîmenek ji navçeya Alanyayê û Torosa Rojava.
Torosa Navendî
Çiyayên Torosa Navendî wekê vegirtina bakurê parêzgeha Mêrsînê û bakurê rojavayê parêzgeha Edeneyê hatiye destnîşankirin. Xala herî bilind a Torosa Navendî bi bilindahiya 3.756 mêtreyê çiyayê Demirkazıkê ye. Deriyê Kilîkyayê (Derbasoka Gülekê ya îro) ji demên kevnare ve rêya sereke ya Torosa Rojhilat e ku deşta peravê ya Kilîkyayê bi Deşta Anatolyayê ve girêdide. Rêya Tersûs-Enqere (E90, O-21) di vê derbasokê re derbas dibe. Rêzeçiyayên li Torosa Navendî ev in:
- Çiyayên Akçaliyê rêzeçiyayeke li rojavayê Torosa Navendî
- Çiyayên Bolkarê rêzeçiyayeke navendî ya Torosa Navendî ye ku xala herî bilind ê Bolkarê bi bilindahiya 3.524 mêtreyê lûtkeya Çiyayê Medetsizê ye.
- Çiyayên Akdağlarê, rêzeçiyayeke navendî ya Torosa Navendî ye ku lûtkeya herî bilind ê rêzeçiyayê bi bilindahiya 3.771 mêtreyê lûtkeya Çiyayê Kizilkayayê ye.
- Çiyayên Munzûrê, rêzeçiyayeke rojhilatê Torosa Navendî ye ku lûtkeya herî bilind bi bilindahiya 3.462 mêtreyê Çiyayê Axbabayê ye.
- Rêzeçiyayên Mercanê şaxeke Çiyayên Munzurê ye.
- Dîmenek ji Çiyayên Akdağlarê.
- Çiyayên Texteliyê.
- Dîmenek ji Derbasoka Gulekê ku di nav sinorê parêzgeha Mêrsînê de ye.
- Dîmenek ji pireke rêya rêhesinê ku di nav sinorê parêzgeha Edenê de ye.
Torosa Başûrê Rojhilat
Torosa Başûrê Rojhilat bi tevahî di nav sinorê Bakurê Kurdistanê de ye ku herêma çiyayî ya jorîn a Bakurê Kurdistanê çêdike. Çiya ji parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê despêdike bi awayê kevanê ber bi bakur ve diçe û careke din dîsa li herêma jorîn li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê dizivire di başurê Gola Wanê ve ber bi başûr ve tê heya ku digihîje herêma Colemêrgê. Di nav Torosa Başûrê Rojhilat de Çiyayên Nurhaq, Çiyayên Meletiyê, Çiyayên Madenê, Çiyayên Dara Hênî û Çiyayên Bidlîsê hene.
Remove ads
Jeolojî

Çiyayên Torosan ji ber lihevketina lewheyên tektonîk ên Afrîka û Ewrasyayê çêbûne. Rêjeya kevirê serdest ên binê Torosan kevirên kilsînî ne. Li çiyayên Aladağlar û Bolkarê, kevirên kilsinî hilweşiyane û dîmenên karstîk ên şîp, çemên binerdê û hinen ji şikeftên herî mezin ên Asyayê çêkirine. Çemê Manavgatê ji quntarên başûrê rêzeçiyayên Çiyayên Beg (Beydağları) derdikeve.[6]
Remove ads
Avhewa
Li çiyayan avhewaya Deryaya Navîn heye ku di mehên havînan de ziwa û di mehên zivistanan de bi baran e. Germahî li gorî bilindbûnan diguhere. Di mehên zivistanan de quntarên peravê ya jêrîn ên Torosan germ e û çiyayên bilind û çiyayên hundurîn jî sar in.[7]
Galerî
- Deşta Erzîngan û Çiyayên Munzûrê.
- Li ser rêya Qonya-Manavgatê dîmenek ji Torosa Rojava.
- Dîmenek ji Çiyayê Akdağê ya li rojavayê Torosa Navendî.
- Dîmenek ji quntarên bakurê Çiyayê Bolkarê ya Torosa Navendî.
- Dîmenek ji Torosa Navendî li navçeya Pozantı ya Edeneyê.
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads
