-in
From Wiktionary, the free dictionary
Remove ads
Kurmancî
Paşgir
-in
- Paşgirek e dema ji forma lêkera rader bêt avêtin rayê demên borî jê çêdibe.
- birin → bir; xwarin → xwar; avêtin → avêt; meyandin → meyand û hwd.
- Paşgira kesîn e bo cînavên pirjimar ger rayê dema niha yê lêkerê bi dengdarekê bi dawî bêt.
- em dikin, hûn dizanin, ew dibêjin
- Paşgira hinekîtiyê (paucal) anku pirrjimara nebinavkirî.
- kurd → kurdin ― hin kurdan
- tişt → li tiştinan ― li hin tiştan
- kesên xirab → kesine / kesinên xirab ― hin kesên xirab
- (devokî) Negerrguhêz ên lêkerên gerguhêz ên bi -andin çêdike.
- meyandin → meyinîn ― li şûna meyîn a berbelavtir
- Li erdê şîn bû nebat e / Pê zeyinî (hat zeyandin), zendî kinyat e — ()
Herwiha
Bide ber
Etîmolojî
Raman 1: Hevreha soranî -in, belûçî -in, zazakî , farisî -en, inglîziya kevn û almanî -en ji proto-hindûewropî .
Raman 2: Ji proto-hindûewropî (“ew in”) (ji ), proto-îranî (“ew -in”), hevreha -in, -n û ne (bi maneya "ew in") yên kurmancî, farisî [skrîpt hewce ye] (, “ew -in”), soranî , ermenî (, “ew in”), latînî (“ew in”), fransî (/son/, “ew in”), îtalî (“ew in”)...
Hêjayî gotinê ye ku formên proto-hindûewropî û yên proto-îranî yên bo kesê yekem yê pirrjimar (em) û kesê duyem yê pirrjimar (hûn) ji kurdî winda bûne û forma sêyem ya pirrjimar (ew) li cihê wan jî tê bikaranîn. Bo nimûne, di farisî de forma -îm li gel peyva ma (em) û ya -îd jî li gel peyva şuma (hûn) tê bikaranîn û forma -end (hevbera "-in") ya kurdî tenê li gel îşan/anha/anan (ew/wan) tê xebitandin. Herwiha -î, -e û -in jî ji heman rehê yê proto-hindûewropî ne.
Raman 3: Ji hin; wek tiştek = tişt-yek, tiştin = tişt-hin.
Raman 4: Paşvesazî ji -andin.
Remove ads
Almanî
Paşgir
Jê
Werger
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads