gore

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

gore m

  1. cilên bo piyan,
    cilek nerm e ku mirov dikin piyên xwe ku ji sertilên piyan dikarin bigihin ta gozekê yan jî çokan
    • بحرا رجز بو چه خوش مرفل
      اخضر چه کسکه احمر خو صوره
      ازرق هشینه جورب چه گوره

      Beḥra recez bo çi xweş mureffel?
      Exḍer çi? Kesk e; eḥmer xwe ṣor e
      Ezreq hişîn e. Cewreb çi? Gore
        ()

Bi alfabeyên din

  • (Ehmedê Xanî: گوره ())

Herwiha

Têkildar

Etîmolojî

Hevreha gurrik ya kurmanciya Xorasanê, soranî (, gorewî), soraniya erdelanî / cafî "gorwa", şêxbizinî "gûrwa", hewramî gorewe, feylî/kelhurî cwîraw / cîraw, hemû ji aramî גרבא / (gûrba / graba: gore), hevreha îbrî גרב (gerev), akadî gûrabû (tûrik, çewal), erebî (cewreb), erebiya devokî جوراب (cûrab). Peyva ermenî գուլպա (gulpa: gore) jî ji aramî hatiye wergirtin. Peyva farisî (cûrab) ji erebî hatiye wergirtin yan jî ji aramî hatiye wergirtin lê di bin tesîra erebî de ji *gorab bûye cûrab. Ji farisî jî wek çorap ketiye tirkî û ji Rojhilata Navîn ev peyv li gelek zimanên din jî belav bûye: albanî çorape, azerî corab, bosnî čarapa, bulgarî чорап (çorap), makedonî чорап (çorap), romanî ciorap, sirbî чарапа (çarapa), teterî şorap, tirkmenistanî jorap, xirwatî čarapa... Destgork / dezgork ya kurdî jî ji wê ye.

Bi zaravayên din

  • Soranî: ()
  • hewramî: gorewe
  • zazakî: gêrwe

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Şonayî

  1. (hewa) ewr

Çavkanî

Ev made ji wergerên ewr hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads