pirs

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

pirs m, p-ya nerm, r-ya nerm

  1. siwal, daxwaza bersivê,
    tişta kesek ji yek din re dibêje bi hêviya ku hin agadariyan jê wergire
    Min çend pirs ji te hene.
  2. doz, mesele
    Pirsa kurdî divê di zûtirîn demê de bêt çareserkirin.
  3. pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem

Bi alfabeyên din

Ji wêjeya klasîk

  • Firyad-i der ber kewkeban
    Pirsê bike j' bîdarê çerx
    Van rehrewên himmetbelend
      ()
  • Mirovên mezin di şûna van pirsan de dibêjin:"Ew çend salî ye? Çend birayên wî hene? Ew çend kîlo ye? Bavê wî di mehê de çiqas peran distîne?" Ew tenê bi pirsên wilo bawer dikin ku dikarin xweş wî nas bikin.  ()

Herwiha

Hevmane

Dijmane

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî *preḱ-, têkildarî پرسیدن (porsîden) ya farisî, pursîden ya pehlewî, fraθ- ya farisiya kevn, hevkoka पृच्छति (pṛccháti) ya sanskrîtî, просить (prosti) ya rusî, հարց (harc') ya ermeniya kevn, posco ya latînî, frignan ya inglîziya kevn, Frage ya elmanî û fråga ya swêdî. Zêdetir agahî li rûpela pirsîn.

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads