Fizîknasê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Îsmaîlê Cizîrî[1] an Cizîrî an jî Bedîûzeman Ebûl'îz Îsmaîlê Rezazê Cizirî (jdb. 1153 Şirnex, Cizîr- m. 1233 Şirnex, Cizîr) dahêner, matematîknas, endazyar û fizîknasê kurd e.[2][3][4]
Bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.[5]
Ebûlizê Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî | |
---|---|
Navê rastî | أَبُو اَلْعِزِ إسْماعِيلِ بْنُ الرِّزاز الجزري |
Jidayikbûn | 1153 |
Mirin | 1233 Şirnex / Cizîr |
Esil | Kurd |
Bernav | Cizîriyê Kurdî Bedîuzeman Ebûlizê Cizîrî |
Hevwelatî | Xanedana Eyûbiyan |
Pîşe | Dahêner, Matematîknas, Endazyar û Fizîknas |
Serdem | Serdema zêrîn a îslamê (Sedsala 12'an) |
Xebat | Bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtê |
Bandorker | Leonardo da Vinci, Norbert Wiener, Ande Mari Ampere, James Clerk Maxwell |
Dîn | Îslam |
Dê û bav |
|
biguhêre |
Ew qewî ji bo pirtûka xwe ya bi navê El-Kîtab fî Meirîfet el-Hiyel el-Hendesiye ango Kitêba li ser Zanîna Hiyelên Endazyaranî navdar e. Wî ew pirtûk di sala 1206an de nivîsiye û di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî dike.[6]
Îsmaîlê Cizîrî di sala 1136an de li Cizîrê hatiye dinyayê. Di sala 1233an de dîsa li Cizîrê wefat dike.
Navê wî bi temamî Ebûl-Îz Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî ye. Ebûl-îz bernavkekî wî ye, carna wek Ebûl-Îzê Cizîrî û Cizîriyê Kurdî jî têye nas kirin. Ji ber xebatên wî yên girîng jê re "Bedîuzeman" (Rindê Zemenê) gotine.[7] Li Rojavayê jî bi navê Al-Jazari an Ismail al-Jazari tê naskirin.
Abdullah Yaşın li ser jiyana wî xebat kiriye û dibêje Cizîrê zimanê kurdî, erebî û farisî jî dizanibû.
Îsmaîlê Cizîrî li taxa Tor a Cizîrê ji dayik bûye.[8] Ew demekê li Amedê jiyaye û bi xebatên xwe yên zanistî bandoreke mezin li ser zanista robotê kiriye û bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.[9]
Ew endazyarên dema xwe yê herî mezin bûye ku pirtûka wî gelek jî hezkirî bûye. Nîşaneke vê hezkirîbûn pirtûka wî ew e ku gelek kopiyên wê (15 heb)[8] li gelek pirtûkxaneyên cîhanê hene.
Îsmaîlê Cizîrî perwerdeya xwe ya destpêkê di medreseyên kurdî de qedand. Li van medreseyan bêhtir li ser fizîk û sîbernetîkê sekinî û heta roja me jî gelek îcadên ku hê ne hatine dîtin keşif kirin û di dema xwe de xistin xizmeta mirovahiyê.[10]
Al-Jami' bayn al-Ilm wa al-'Amalî an-Nafi' fî Sinâ'at al-Hayal (wergera bi kurdî: Pirtûka ku di endezyariyê de ji feyde girtina tevgerên mekanîk, bi înglîzî: The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices) "El-Kîtab fî Mei lorîfet el-Hîyel el-Hendesiye" ango "Pirtûka li ser Zanîna Hîleyên Endazyaranî". Îsmaîlê Cizîrî ev pirtûk bi fermana Qere Erselanê mîrê Amedê li sala 602ê (koçî (1206ê zayînî) nivîsiye.[11]
Cizîrî di pirtûka xwe de behsa çêkirina 50 amûran dike ku hemî jî ji dahînanên wî bi xwe ne. Pirtûka wî ji şeş beşan pêk tê.
Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene.
Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene.
Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene.
Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene.
Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên ava zêdekirina çemekî de hene.
Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirina hene. Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk, amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene.[12]
Cizîrî wekî bavê robotan tê nasîn ji ber ku wî robotê herî pêşîn ji bo jenîn ango lêdana bilûrê çêkiriye.[13]
Prof. Dr. Donald Hill (1922-1992), Endazyarê Mekanîk û rojhilatnasê Îngilîsî ku di sala 1974 zayînî da şahesera zanistiya cîhanê wergerandiye ser Îngilîsiyê, li ser şahberhema Îsmaîlê Cizîrî wiha gotiye:
“ | "Heya niha, li tu dera cîhanê, li tu medeniyeteke dinyayê, tu berhemeke zanistî wek ya Îsmaîlî Cizîrî, ewqas kamil, zanistî-piratîk û bêqusûr nehatiye nivîsîn". | ” |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.