Kûruşê Mezin
Împeratorekî Împeratoriya Hexamenîşî ye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kûruşê II, ango Kûruşê duwem yan Kûruşê Mezin (bi zimanê farsiya kevin: کوروش Kûruş, bi zimanê Babîloniyan: Kuraş, bi zimanê yewnanî: Kyros), şahanşah pêşî yê Hexamenişî e (558 b.z.- 530 b.z.). Jê hatîbûna wîyî siyasî û leşkerî hişt ku ew desthilatiya împeratoriya farisan bihêz bike û li hemû rojhilata navîn desthiladariya farisan (Axamenî) qewîn bike. Gelek agahdariyê cihê di derbarê wî de hene. Lê em dizanin ku ew ji binemala Axameniya bû, ku keyên farisan bûn.
Great King (en) | |
---|---|
- | |
Cambyses I (en) Cambyses II (en) | |
Şahanşah | |
- | |
Cambyses I (en) Cambyses II (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Tomb of Cyrus the Great (en) |
Navê rastî | |
Hevwelatî |
Împeratoriya Hexamenişî, Anshan Persia (en) |
Sernavên esilzade | |
Pîşe | |
Malbat |
Achaemenid dynasty (en) |
Bav |
Cambyses I (en) |
Dê |
Mandane of Media (en) |
Hevjîn | |
Zarok |
Ew heman demê li gor Hêrodotos xwarziyê Asteyaxê keyê Medan yê dawiyê bû. Asteyax xwestibû piştî ku Koçekan jê re gotibûn ku dê xwarziyê wî desthilatiya wî ji bistîne, Kûruş bikuje.lewre vî destur da wezîrê xwe Harpagos ko wî bikuje û Harpagos ew kar da şiwanek bi nawê Mehrdad Lê mehrdad vî nekuşt. Hêrodotos dibêje ku Kûruş di deh saliya xwe de êdî mîna Keyekî ye, ew ji zarokan re dibêje ezê bibime şahê we. Kûruş jê agahdar dibe ku xwarziyê Asteyax e û Asteyax jî êdî dizane ku ew dijî. Li ser vê yekê Asteyax wî ji seraya xwe dûrdixe û wî dike Mîrê farisan. Lê Kûruş dixwaze bi xwe bibe keyê împeratoriyê hemûyî. Piştî ku Harpages jî bi xiyaneta xwe alîkariya wî dike li dijî Asteyax bi ser dikeve û dibe keyê împeratoriya farisan yê pêşî.