cang

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

cang n

  1. qumaş, caw, çît, fason, kemxe, kisûr, pirtî, pate, paçe, xak,
    kereseyê cilan,
    tiştê cilik jê tên çêkirin
  2. tekstîl[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Bi alfabeyên din

Bide ber

Binere herwiha

Etîmolojî

Ji zimanên îranî, hevreha din ya kurmancî caw, herwiha hevreha (, gumlek, kiras) ya farisî, come ya lûrî, şewî ya kelhûrî. () ya farisî di eslê xwe de maneyeke berfirehtir heye, wek di peyva /پاجامه/ پايجامه (paycamê/paycamê: pîjame, derpê, cilê lingan/piyan) ku ji farisî bi rêya hindî ketiye îngilîzî (pyjamas) û li dinyayê belav bûye. Di rastiyê de divê "cag" bûya lê "n" jî lê zêde bûye. Jixwe ew zêdebûna "n" jî li peyvan diyardeyeke berbelav e: tac > tanc, çok > çong, firset > fersend, tifek > tifeng...

Veguherîna dengê m/v/w/b/g di navbera kurdî û farisî de diyardeyeke naskirî û berbelav e. Lê herwiha "ç/ş/c" jî carinan vediguherin, wek kurmancî "çûn", zazakî "şiyene", farisî "şûden". Rast e ku maneya "çûn" û "şûden" ji hev cuda ye lê rehê wan eynî ye.

Heta "cil" jî dikare hevreha "caw, camê, come, şewî" be. Eger wisa be, bingehê peyvê divê demekê *yaml bûbe. Di peyva "caw, camê, come, şewî" de "m"hatibe parastin û "l" ketibe û di "cil" de jî "m" winda bûbe û "l" hatibe parastin.

Belkî ji proto-hindûewropî (cil, caw, cang) ku ihtimal e herwiha serekaniya peyva qemîs e (bi rêya erebî ji latînî) û peyva îngilîzî hame e.

Werger

Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads