heft

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Hejmar

heft

  1. hejmar 7 (VII, ۷)
    • Sê ne s̤elas̤; erbeʿe çar in, ʿeyan
      Xemse u sittet çi ne? ew pênc u şeş
      Ḥeft in u heşt in ev in sebʿe s̤eman
        ()
    • Lew lêre he asitannişîn im
      Ev qeṣre ko heşt ṭebeq ʿeyan in
      Yek ya min he ḥeft ṭebeq di wan in
        ()
    • Hin silsilebend u hin di seyyar
      Encumṣifet encum in firûzan
      Heft şev di temam u heft-i rûzan
        ()
    • Ṣed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
      Gerçi der iqlîmê rabiʿ hate textê selṭenet
      Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî
        ()
    • Mîm û Hey heftê felek çûn,
      Ji Hicretê dewran gelek çûn,
      Sal hizar û çil û yek çûn,
      Ev xezel anî diyare.
        ()
    • Di çîrokan de ev gotina wiha cihê xwe digire: Heft bira, heft tebeqe binê erdê, heft sal, heft roj, hûtê heft serî, heft şev û heft roj û hwd.  ()

Bi alfabeyên din

Binêre herwiha

Hejmarên sade yên kurmancî

Pîrepend

  • heft in, bikefteleft in

Bi zaravayên kurdî

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî (heft). Hevreha soranî (), kurdiya başûrî û lekî heft, goranî/hewramî hewt, zazakî hewt, hot, farisî (), tacikî ҳафт (heft), belûçî (), farisiya navîn () (h'pt), 𐫍𐫜𐫤‎ (h'ft), osetî авд (avd), sogdî 𐼰𐼱𐽂𐼳‎ (ʾβth) û 𐼰𐼱𐽂𐼰‎ (ʾβtʾ), avestayî  (hapta, /hepte/)... yûnaniya kevn ἑπτά (hêpta), yûnaniya niha επτά (eptá) û εφτά (eftá)... ermeniya kevn եաւթն (êawtʿn), ermeniya niha յոթ (yotʿ)... sanskrîtî सप्तन् (septan)... lîtwanî septyni, latviyayî septiņi... latînî septem, fransî sept, îtalî sette, portgalî sete, spanî siete... gotî 𐍃𐌹𐌱𐌿𐌽 (sibun), inglîzî seven, almanî sieben, danmarkî syv, swêdî sju...

S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe H. Binêre bo nimûne: havîn, hev, hemû.

Peyva hindûewropî dişibe hevwateya xwe zimanên samî jî: erebî (), maltayî sebgħa, aramî שבעא (şeb'a), siryanî ܫܒܥܐ (şeb'a), îbrî שבע (şeva) lê nêzîkiya wan ihtimalen tenê tesedifî ye.

Çavkanî:
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, .
  • (1893): [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Kümmel, Martin Joachim (2016): Einführung ins Ostmitteliranische [Nasandina îraniya rojhilatî-navendî] (bi almanî), Jena: Friedrich-Schiller-Universität Jena.
  • Novák, Ľubomír (2013) Problem of Archaism and Innovation in the Eastern Iranian Languages (PhD dissertation)‎[], Prague: Univerzita Karlova v Praze, filozofická fakulta.
  • Pokorny, Julius, Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, Calvert, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots, Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2an

Werger

Nîşan

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

heft m

  1. behî, tazî
    • Li pey merasima goristanê îca ya li malê dest pê dikir. Li Cizîrê berê û pêş de cihê serxweşiyê (tazîye) mizgeft e. Ji ber ko mala yê mirî mêhvanên zêde raneke, yan jî daku kesên têne serxweşiyê bi awakî rehet karibin nimêja xwe bikin û we’iz bête dayîn çanda mizgeftê rûniştiye. Li navenda Cizîrê navekî din yê cihê serxweşiyê heye, ew jî hefte. 「Me hefta xwe danî filan mizgeftê」, 「ez ê herim filan mizgeftê, li wêdê heft jî heye」 filan.  ()

Etîmolojî

Ihtimalen ji navê hejmara heft, 7 anku taziya heft rojan.

Werger

Remove ads

Îngilîzî

Bilêvkirin

  1. giranî, sengînî, qursî
  2. kêş, wezn

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads