heval

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayendên mê û nêr ên binavkirî ...

heval m yan n li gorî maneyê

  1. (kes) Kesên hev dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin.
  2. Keç û kurên ji hev hez dikin lê ne jin û mêrê hev in.
    Hevmane: yar
  3. Peyvek şirîn e bo her kesê jê re tê axiftin.
    Heval, navê te çi ye?
  4. Peyvek şirîn e bo her kesê behs jê tê kirin.
    Hevalek bû, min nas nedikir.
  5. (siyaset) Kesên ji heman partiya yan baweriya siyasî (bi taybetî çepgir).
  6. Peyvek ji bo pizdan, plasenta tê bikaranîn.

Ji wêjeya klasîk

  • Xwarin bi yeqîn dewa û me'cûn
    Rabûne ve çûne nik hevalan
    Çendek ji meharim û rewalan
      ()

Bi alfabeyên din

Hevmane

Dijmane

Bide ber

Etîmolojî

Ji hev + yar lê "r" bûye "l" û "y" ketiye, ji zimanên îranî, bide ber pazendî hemeyar: hem-, hev- + eyar, yar Û pehlewî hemahl an hemal: hem-, hev- + ahl / al (yar). Ne ji "hev" + "al" (alî). Herwiha hevreha peyva "alîkar". Binere herwiha hevrê. Di îranîkiya navîn de wek "alîkar, yawer" hatiye bikaranîn, paşê hatiye maneya wê a îro.

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads