kirin

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Lêker

Zêdetir agahî (gerguhêz), Rehê dema niha: -k- ...

kirin gerguhêz (lêkera xwerû), k-ya nerm

  1. bi cih anîn, pêk anîn, encam dan
    Tu çi dikî?
    Bikin!Neke!Meke!
    Min hemû ev kar kiriye.
    • Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher
      Lê ji xûnê bike perhîz ku şehîdan çi hisab
        ()
  2. niyet hebûn, li ber bûn, biniyet bûn, hewl dan, armanc bûn
    Min dikir bipirsim lê ez newêriyam.
  3. nêzîk bûn, kêm man ku tiştek biqewime
    Ji qehran dike xwe bikuje.
  4. lîstin, pê ve mijûl bûn
    Ez futbolê dikim.Ez futbolê dilîzim.
  5. zewicîn, mêr kirin, şû kirin, jin anîn, wek hevser qebûl kirin
    Ez bêmêr bimirim jî, ez te nakim.
  6. gan kirin, seks kirin
  7. xwestin
    • Kir ku ji avê derbas bibe.  ()
  8. wek lêkereke sivik bo çêkirina lêkerên ji navdêr û rengdêran

Bi alfabeyên din

Agadarî Agadarî: Gelek peyv bi alîkariya lêkera sivik ya "kirin" tên çêkirin loma rêzkirina hemûyan li vir ne mimkin e. Bnr. Lêkerên li gel "kirin" (pêkhatî), Peyvên kurmancî yên hevedudanî bi kirin.

Etîmolojî

Hevreha soranî (), kurdiya başûrî , lekî , goranî/hewramî , zazakî , farisî (), tacikî (), partî (), pehlewî (), avestayî (, kirî) û (, ew dike), hexamenişî (, wî kir), sanskrîtî () û (), hindî (), ûrdûyî (), hîtîtî (, kir) û (, dikim), lîtwanî (kirin, çêkirin, ava kirin) û (sihr kirin), rûsî (, sihrkirin). hemû ji proto-hindûewropî (kirin, çêkirin, ava kirin).

Ji heman rehî herwiha peyva kar û paşgirên -kar, -ker, -gar, -ger (-ger wek bo nimûne di peyva asinger, hesinger de).

Peyv ji zimanekî hindûîranî ketiye hinek zimanên ûralî jî, bo nimûne: ûdmûrtî () û komî-permyakî ().

Wek paşgirên -kâr, -ker, -gâr ketiye tirkî û gelek zimanên din jî yên tirkîkî, bo nimûne di van peyvên tirkî de: , , û bi dehan an bi sedan peyvên din.

Çavkanî:
  • Cheung, Johnny, Etymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, .
  • Derksen, Rick: Etymological Dictionary of the Slavic Inherited Lexicon [Ferhenga etîmolojî ya peyvên mîrasî yên slavî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 4), Leiden, Boston: Brill 2008.
  • Kloekhorst, Alwin (2008): Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston: Brill.
  • . . .
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q., editors (1997): Encyclopedia of Indo-European culture [Zanistnameya Çandeya Kultûra Hindûewropî], London, Chicago: Fitzroy Dearborn Publishers.
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010

Bi zaravayên din

  • Hewramî:
  • Xwarîn: (),
  • Lekî: (),
  • Soranî: ()
  • Zazakî:

Werger

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

kirin m

  1. kar, kiryar, emel, fêl, fealiyet, xebat, şol, encamdan, bicihanîn, çêkirin
    Kirina wî karî ne hêsan e.
    Divê mirov ji kirinê netirse.
    • Di berhemên Fiqih û Usûlu’l-Fiqhê derbas dibe; fermaneke ku kirina tiştekî/’îbadeketekê di wextê wê lazim bike, qezakirina vê peywira ku di dema xwe nehatiye edakirin jî pêwîst didêre. Ma ev tişt ne rast e? Hûn dikarin di çarçoveya nimêja qeza de vê şîrove bikin?  ()
    • Lêkera netêger an jî întransîtîv ew tewre lêker e ku tevger an kirina wê yekser tesîrê li objektekê nake. Ew çalakî an bûyer bê objekt çêdibe û dema ku ew çalakî pêk tê, tesîreke yekser li tişt an kesekî nayê.  ()

Etîmolojî

Li jortir binêrin.

Bi zaravayên din

  • Soranî: ,
  • Zazakî:

Werger

Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads