sor

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Rengdêr

Zêdetir agahî Pozîtîv, Komparatîv ...

sor

  1. (reng) Rengê mîna rengê xwîna paqij yan firingiyên anku tomatên gihiştî.
    Çend cûnên rengê sor: #E01010 #FF0000 #FF0040 #FF2000 #850606
    sorê vebiye, sorê tarî, sorê geş
    • Lakin ew mirovêd ko hiznî ne (kesekî wan mirî ye, xemgînhenin) ew libasêd (cil û bergên) sor û qirmiz û cilêd faxire (buha, nirxdar), ber nakin (li xwe nakin) û destêd xwe hinne nakin û çavêd xwe kil nadin û naçin dawetan û kêfxweşiyan.  ()
    • Ji lêvên sor şekir barî,
      Bi min da bi nazdarî,
      Şeraba kûpikê darî,
      Vekir wê zimanê min.
        ()
  2. Nîşana talûkeyê anku xeterê.
  3. Di siyasetê de rengê komunîstan, sosyalîstan û çepgirên din.
    Hevmane: çepgir

Hevmane

Tenê edebî:

Binêre herwiha

Etîmolojî

Hevreha soranî (), zazakî sor, hewramî sur, zazakî-hewramî *suhr, belûçî suhr, farisî (), farisiya navîn , hexamenişî θuxre, avestayî , sekayî suxre-, osetî surx, sanskrîtî śukrá, latviyayî sarks û sarkans, lîtwanî , hemû ji proto-hindûewropî *ser- /*sar- (sor). Ji bilî zimanên hindûîranî û baltî di babikên din yên hindûewropî de ne diyar e.

Çavkanî:
  • (1893): [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 161.
  • , , , 1966, r. 132

Bi zaravayên din

  • Soranî:
  • Xwarîn:
  • Lekî:
  • Hewramî:
  • Zazakî:

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads