dinya

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

dinya m

  1. Zemîn û her tiştê lê.
  2. Alem, xelk, xelk û alem, hemî mirov.
    Dinya hemî dizane ku...
  3. Derdor, dewrûber, dorber, hawirdor.
    Dinya tarî bû.
    Kor dinyayê nabînin.
    • Dinya germ bû. Di wê dinya germê de dîsan sûk tijî mirov bûn.  ()
  4. Civak.
    Bi baweriya dinyayê...
  5. Parçeyek ji dinyayê.
    Dinyaya erebî, dinyaya Rojava..
  6. Derek kar yan çalakiyekê.
    Dinyaya şorreşgêrrî dinyayek tevlihev e.
  7. Gerdûn, hemî galaksiyên tê zanîn yan bawerkirin ku hene.
  8. Her tiştê di jiyana kesekê/î de.
    Hemî dinyaya wî bi carekê herrifî.
  9. Rewş.
    Dinyaya sibê dê ne mîna dinyaya îro be.
  10. Jiyana berî mirinê.
    Kes li vê dinyayê namîne. (Dijwate: axret)
  11. Têkiliyên civakî, têkiliyên navbera mirovan.
    Ti ji vê dinyayê nizane!
  12. Karên bo xwe ne bo Xwedê.
    Dîn û dinya bêyî hev nabin.
  13. Erd, ax, zevî, zemîn, gerdûn, cîhan, kaînat, alem, unîvers, kozmoz, felek, mirov, civak, civat, exter, xelk, keyhan.[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Ji wêjeya klasîk

  • Xwînê we dirêjin ko li şîran cemidî kef
    Dinya bûye leylan ji lixavan diwerit kef
    Rom û 'ecemê girtiye oxilme bi sef sef
      ()

Herwiha

Bi alfabeyên din

Tewandî

  • dinyadar
  • dinyadarî
  • dinyalik
  • dinyalikî
  • dinyawî
  • dinyawîtî
  • dinyayî
  • dinyayîtî
  • dinyaperwer
  • dinyaperwerî
  • tevdinyayî
  • tevdinyayîtî

Hevmane

Etîmolojî

Ji erebî (dunyai: dinya) ji (nêzîk bûn) anku wateya bingehîn ya peyvê "derdor" bû, wek di fraza "Dinya tarî bû" de.

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads