kalan

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda nêr a binavkirî ...

kalan n

  1. kaloxkê şûr û xenceran, şilf, derdanka şûr û xenceran, kevlanê şûr û xenceran
    • Ji min bihata min ê ji te re çi bi rê bikira, tu dizanî? Di serî de terhek dara mazî. Cotek kevokên spî. Hespekî kumêt î kapreş. Karxezaleke kovî. Xencereke destî û kalan zîv. Çiqulek dara kinêrê. Sewilek ava kaniya Girdeşîn. Destek şal û şapik. Goreyeke rîs a sê nix. Gopalek ji dara benavê. Bazbendek. Qevdek nêrgizan. Baqek şuşan. Tayek rihan. Bermilek beybûn. Gurzek qurnefîl. Pelek berfa serê çiyayê Mereto. Kulmek ax ji qebra Bermal û teyrekî baz.  ()

Herwiha

Bi alfabeyên din

Têkilî

Bide ber

Gotinên pêşiyan

Etîmolojî

Hevrehên soranî () û (), zazakî kalanî / kalenî, hewramî kêlane... hemû ji zimanên îranî *kārta-dāna- (kêrdank): *karte-dane- > *kart-dan > *kardan > *karan > kalan.

Formên kavlan, kevlan bi têkilkirina kalan li gel kevlan peyda bûne.

Di nav zimanên îranî de peyv tenê di kurdî de tê bikaranîn. Farisî peyvên (niyam) ya îranî û peyva (ẍilaf) ya ji erebî bi kar tîne.

() ya ermenî ji kurdî hatiye wergirtin. Ačaṙean idia dike ku kurdî ew peyv ji ermenî wergirtiye lê hem bi baweriya Chyet û hem jî ya me peyv bi eslê xwe kurdî ye. Ermenî ew ji kurdî wergirtiye ji ber ku peyv di hemû lehceyên kurdî de heye lê di ermenî de tenê di lehceyên rojavayî (lehceyên ermenî yên Bakurê Kurdistanê) de peyda dibe. Ji xwe peyva xwemalî ya ermenî պատյան (patyan) e.

Nêzîkiya dengî û têkiliya wateyî ya peyva kurdî kalan li gel peyva tirkî kalkan (mertal) ihtimalen tesedifî ye. Peyva tirkî hevrehên xwe di zimanên piraniya zimanên tirkîkî û mongolî de hene û ne mimkin e ku ew ji kurdî be. Peyva kurdî jî ne ji tirkî ye ji ber ku "ka-" ya tirkî di kurdî de herdem dibe "qa- / qe-" (wek "kalın > qalind" û "kara > qere-") lê ti caran wek "ka-" namîne.

Çavkanî:
  • Հրաչեայ Աճառեան։ Հայերէն արմատական բառարան. Երեւանի Համալսարանի Հրատարակչութիւն, Երեւան, 1926։ [Hračʿeay Ačaṙean: Ferhenga rehên ermenî. Weşanên Zanîngeha Êrîvanê, 1926.]
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, , r. 295.
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010, r. 512-513

Werger

Formeke navdêrê

kalan cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. forma pirhejmar ya çemandî ji peyva kal (pîr)

Etîmolojî

Ji kal + -an.

Remove ads

Tirkî

Rengdêr

  1. mayinde, ya ku dimîne
  2. berma
  3. mayînde
  4. mayî, bermayî
  5. mayîne

Etîmolojî

Ji + .

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads