mezin

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Rengdêr

Zêdetir agahî Pozîtîv, Komparatîv ...

mezin

  1. gir, girs, zexm, ne biçûk
    Fîl heywanên mezin in.
  2. berfireh yan bilind
    Behreke mezin.
    Xaniyekî mezin.
  3. bitemen, bi temenê xwe zêdetir
    Birayê mezin û birayê biçûk.
  4. giring, muhim, tesîrker, bibandor, zîrek, jêhatî
    Qezayeke mezin.
    Zanayên mezin.
  5. dilovan, birehim, dilnerm, hestiyar, dilnazik
    Ya Xudê tu yê mezinî, li min bibore.
    Qurban tu yê mezinî li min bibore.

Ji wêjeya klasîk

  • Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
    Xêrekî mezin ji bo hasil dibî
    Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber
      ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Hevmane

Nêzîk

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî .

Hevreha belûçî (), farisiya navîn , farisî (), avestayî (), sanskrîtî () (mahā́), ermenî () (mêç) hîtîtî (, gelek, pirr), yûnaniya kevn (, mezin), latînî (mezin) û (hêja, bihagiran), îtalî/portugalî/spanî magno, îngilîzî (bixwîne: maç "gelek, pirr"), swêdî ("gelek, pirr"), danmarkî meget ("gelek, pirr"), albanî madh...

Di kurdî de paşgira -in lê hatiye zêdekirin lê forma mes-/mez- jî di mestir/meztir û mestirîn / meztirîn de hê maye. Guhartoya bi paşgira -in di zimanên din ên îranî de ji bo dêwan anku bûnewerên mîtolojîk ên mezin tê karanîn; binêre avestayî (, mezin, dêw, bûnewerên mezin), farisî () û navê Mazenderan ji (, mezin, dêw) + (, derî) + -an.

Bo guherîna *ǵ ya proto-hindûewropî bi Z di zimanên îranî de, bidin ber peyva zanîn, zer.

Bo guherîna wateya peyvan di navbera "mezin" û "gelek" de bidin ber tirkî () û oyxurî (, mezin).

Di nav zaravayên kurdî de peyv tenê di kurmancî de maye. Hin caran ew di soraniya nivîskî de tê dîtin lê ew ji kurmancî hatiye neqilkirin wek çawa ku hevwateya wê ya soranî gewre jî neqlî kurmanciya nivîskî bûye. Di nav zimanên îranî de ji bilî kurmancî herwiha di belûçî de jî maye lê wek din ji zimanên din ketiye.

Bi forma xwe ya yûnanî wek mega- ketiye piraniya zimanan û zimanê kurdî jî. Bo nimûne: megaloman, megatrend...

Çavkanî
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, , r. 379.
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010, r. 632
  • .
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Bi zaravayên din

Werger

Zêdetir agahî Tewandina, Zayendên mê û nêr ên binavkirî ...

mezin m yan n li gorî maneyê

  1. danemir, baliq, gihiştî, reşîd,
    êdî ne zarok,
    kesên ku êdî ne zarok in,
    kesên ku bûne 18-salî yan zêdetir:
    Bilêtên bo mezinan bi 10 dolaran û bilêtên bo zarokan bi 5 dolaran in.
  2. pîr, rîspî:
    Mezinên gundî.
  3. giregir, serok, birêveber:
    Mezinên kurdan divê yekîtiya neteweyî ava bikin.
  4. bavûkal, bavûbapîr:

Herwiha

Etîmolojî

Werger

Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads