pir

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

pir m, p-ya req, r-ya nerm

  1. Rêya ku hatiye avakirin daku mirov pê di ser avekê re bibore anku derbas bibe (bi taybetî di ser çemekî yan robarekî re).
    Hevmane: kuprî, cisir
    • Gava ew gihîşt ber pirê, dengê zûrîna trênê hat.  ()
    • Terka dilê ehbab-i da
      Mehbûb û reyhan pir gulav
      Ker kir li min cerg û hinav
        ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Etîmolojî

Hevreha soranî () (pird), zazakî pird, hewramî pirdî, farisî (pol), pehlewî 𐭯𐭥𐭧𐭫𐭩 (puhl), partî purt, avestayî 𐬞𐬆𐬭𐬆𐬙𐬎 (pərətu), sanskrîtî पर (para: di ser re borîn), latînî portus (lîman, bender, keştîgeh > gelek zimanên ewropî port), yûnaniya kevn πόρος (póros: buhir, derbaz, derbend), îngilîzî ford (meyav, derbazgeha avê), almanî Furt (meyav, derbazgeh), îngilîzî firth (derbend), zimanên skandinavî fjord (derbend)... hemû ji proto-hindûewropî *pértus (derbazbûn). Binêre herwiha borîn, borandin.

Çavkanî: Horn p.72, Watkins p.65, MacKenzie P.118, Etymonline | Pokorny: 816 - 817

Bi zaravayên din

  • Soranî: pird
  • Zazakî: pird
  • Hewramî: pirdî

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Hoker

pir, p-ya req, r-ya req

  1. gelek, gelekî, zehf, zêde:
    Ev pir xweş e. (Ev gelekî xweş e.)
    Pir dibêje lê kêm dike. (Tenê bo axiftinê zîrek e, bo kirinê tembel e.)
    • Gunahê min bixufranî
      「Mîm û Hê」 pir gunehkar e
      Belê navê te xeffar e
        ()
  2. (sormancî) tijî, dagirtî, mişt:
    Ev qazan pir e. (Ev qazan tijî ye.)

Bi alfabeyên din

Herwiha

Hevmane

Dijmane

Etîmolojî

proto-hindûewropî: *pel- / *ple- ("dagirtin, tijî kirin")

proto-îranî *per- ("tijî kirin")
avestayî: pirine- ("tijî"), pir- ("tijî kirin")
farisiya kevn: peru ("tijî")
hotenî: p'r ("tijî")
farisî: pur ("tijî")
belûçî: pur ("pir") ...
kurmancî: pir ("pir, gelek")
soranî: pirr ("tijî")
zazakî: pirr ("tijî")
sanskrîtî: pûrna- ("tijî"), per- ("dagirtin, tijî kirin")
yûnanî: plethos, poly- ("tijî, pir")
latînî: plēnus ("tijî")
almanî: voll ("tijî")
îngilîzî: full ("tijî"), fill ("tijî kirin") ...
Çavkanî: Cheung p.295, Horn p.66, Watkins p.64, Etymonline | Pokorny: 798 - 801


Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Diyarker

pir

  1. gelek, zehf, hejmareke mezin:
  2. Pir kes li wê derê bûn.

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Rengdêr

pir

  1. gelek, zehf, zêde, hejmareke mezin:
    Em pir in, ne hindik in. (Em gelek in, ne kêm in.)

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

pir cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar) pirjimar

  1. gelek, zehf, hejmareke mezin:
  2. Pir (kes) dixwazin lê kêm (kes) qebûl dibin. (Gelek kes dixwazin lê hindik kes tên qebûlkirin.)

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Soranî

Bilêvkirin

Rengdêr

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina ().

Endonezyayî

  1. (riwek) hirmî

Çavkanî

Ev made ji wergerên hirmî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Malezî

  1. (riwek) hirmî

Çavkanî

Ev made ji wergerên hirmî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Tirkî

Bilêvkirin

  1. pîr, kal
  2. mahir
  3. têr baş

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads