test

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

test m

  1. ezmûn, hêçandin, ceribandin, îmtîhan, prove, taqî, cêrribandin,
    kirina tiştekê/î daku bêt zanîn ka dê biserketî be yan na

Bi alfabeyên din

Herwiha

Bide ber

Etîmolojî

Ji îngilîzî (ceribandin) ji fransiya kevn test (amana ji axê) binêre "test" (2) li jêr.

Werger

test m

  1. kuvet, banyo, mencel, legen,
    amanaqepax ya pan lê ne kûr ku mirov xwe yan cilan tê de dişo

Bi alfabeyên din

  • , طه‌ست

Herwiha

Etîmolojî

Herwiha teşt, hevreha farisî (), erebî (), ji frensiya kevn (amana ji axê ji ber ku berê cer û gelek amanên din ji axê dihatin çêkirin) ji latînî (amana ji axê) ji *terstum (hişkkirî, ziwakirî) ji *tersa (hişk kirin), têkilî terra ("ax, axa ziwa", berevajî avê ku şil e) ji proto-hindûewropî (ziwa, hişk) ku herwiha serekaniya peyva têhn ya kurdî ye. Ji eynî rehê frensiya kevn bi rêya îngilîzî "test" ya bi maneya "azmûn, ceribandin". Herwiha tête (ser) ya frensiya niha ji heman rehî ye, pêşî ew bi argoyî bi maneya "ser" hatiye bikaranîn û taliyê bi temamî cihê "chef" ya orijînal wergirtiye û "chef" tenê di çend gotinan de bisinorkirî hiştiye. Peyva "test" ya bi maneya amanekê û "test" ya bi maneya "imtihan"ê ji eynî rehî ne lê li zemanên cuda bi rêya zimanên cuda ketine kurdî. Loma T-ya wan ya destpêkê jî ne wek hev tê gotin: "test"a aman bi T-ya nerm û qelew e, wek "teng" (), lê "test"a imtihan bi T-ya req anku bihilm e, wek "tac" ().

Werger

Remove ads

Îngilîzî

Bilêvkirin

  1. test, azmûn, îmtîhan

Mecarî

  1. (anatomî) leş, beden, cesed, ten

Çavkanî

Ev made ji wergerên leş hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads