ser

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda nêr a binavkirî ...

ser n

  1. Parçeya jorîn ya leşê mirovan û candarên din (yê mejî, çav, guh, gep, dev û difin lê ne).
  2. Parçeya herî jorîn ya leşê mirovan û candarên din ya por ango pirç lê şên dibe.
  3. Cihê giring, aliyê giring yê tiştekî.
    Axa li ser odeyê rûniştî bû.
  4. Aliyê tûj yê tiştekê/î.
    Serê qelemê xwe tûj kiribû.
  5. Bilindtirîn cihê tiştekê/î yan derekê.
    Serê çiyayî.
  6. lib, heb, dane
    100 ser bizin.
  7. destpêk, pêşî
    Di serê pirtûka xwe de dibêje ku...
  8. (kolankî/bo dijûn) kîr, xirr
    serê di ciyê berê xisto  (  here lînkê [arşîv])
  9. Rexê jorîn yê tiştekî.
    Li ser banê xanî.
  10. Cihê destpêkirinê.
    Kes nizane ka serê vî çemî li kû derê ye!
  11. Cihê bidawîhatinê.
    Em ta serê giravî çûn.
  12. cem, nik, ba, alî
    • Apê Qaso, ma tu ji nexweşiya xwe çawa bû? Min bihîst tu çûbû ser doktor  ()
  13. serok

Ji wêjeya klasîk

  • Muhbetê hingavt û şeq bû ew qelem
    Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
    Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn
      ()

Bi alfabeyên din

Hevmane

Dijmane

Etîmolojî

Ji proto-îranî , ji proto-hindûîranî , ji proto-hindûewropî . Hevreha avestayî 𐬯𐬁𐬭𐬀 (sāra / sara), farisiya kevn *𐎰𐎼 (*θara), partî 𐭓𐭉𐭔𐭀 (sar), pehlewî 𐭫𐭥𐭩𐭱𐭤 (sar), farisî سر (sar), osetî сӕр (sær), sanskrîtî शिर (śira). Têkildarî kurmancî serî, strî, strû, şax û sîx, sanskrîtî () (serî) û शृङ्ग (śṛṅgá) (şax), hîtîtî karawar, rusî корова (koróva) (manga, çêlek), ermeniya kevn սար (sar) (gupik), yûnaniya kevn κέρᾰς (kéras) (şax), latînî cornū (şax), îngilîzî horn (şax), almanî Hirn (mejî).

Werger

Daçek

ser

  1. daçekek e ku diyar dike ku tiştek tê yan tê danîn ser tiştekî:
    Kitêb danî ser maseyê.
    Dijmin balafirên cengê tînin ser me.

Têkildar

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Katalanî

Bilêvkirin

Lêker

  1. bûn

Polonî

Bilêvkirin

  1. penîr

Spanî

Bilêvkirin

Lêker

  1. bûn

Tirkî

Bilêvkirin

  1. ser, serî, qaf
  2. ser bexçeyê lîmonan

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads