berf

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

berf m

  1. ava qerisî ya wek tozeke spî ji esmanan dibare,
    (dema ku gelek dibare, erdê spî dike; paşî dema ku hewa germ dibe, ew dihele)
    berf barîn, berf hatin, berf helîn, berf lê kirin, berf malîn, berf veçopirîn.
    • Di esasê xwe de, navbera we û baranê, berfê xweş bû. Ew hewqas bê aman, hewqas xedar nebûn li hemberê we. Di şevên sar ên zivistanan de, baranê delal delal xwe berdida jêr. Weke, ew bireqise. Îcar dema berfê, bi bedewiya keçikeke hêjdesalî, xwe berdida û bajar û hawîrdora bajêr dixemiland, zarokên bajêr dilşa dibûn. Barîna berfê şênayiyek bû. Kuçe û kolanên bajêr ji zarokan tijî dibûn.  ()
    • Berfa pêşîn a demsala îsal, li Diyarbekirê bariya. Li herêma derdora Diyarbekirê, kêmcaran di demsala payîzê de berf dibare. Îsal jî wan wan salan e ku berfa zivistanê ji payîzê ve bariya.  ()
    • Li Stockholma xopan zivistan e, di pacê ra li hewşê dinêrim, berfeke hûr hûr dibare, her der spî boz bûye.  ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Cûnên berfê

Gotinên pêşiyan

  • adar e berf giha guliyê dar e, nema danê êvare
  • axa li kefê ye, mal maye li bin berfê ye
  • berf heliya, ling wesiya
  • berf jî spî ye, le kûçik di ser da pîsiya xwe dikin (dirîn)
  • berf jî spî ye, le tam lê tune ye
  • dilê min ji we (ne) xweş e, erd di bin berfê de reş e
  • tu dibêjî ji nexweşan ra çûye berfê
  • wek berfa spî
  • xema berfê ye ku debara kasiba tune
  • berf li çiyê barî
  • qirfê li te bi berf bin
  • berf jî erê gewr e, lê kûçik pê de gû dikin

Etîmolojî

Herwiha befr, hevreha soranî (), kurdiya başûrî wefr, lekî verf/ver, hewramî wewre, zazakî vewre, belûçî (berp), mazenderanî (verf), farisî (berf), tacikî барф (berf), pehlewî 𐭥𐭯𐭫‎ (wefr), peştûyî (wawre), avestayî vefre (berf) û cefre (herrî), sanskrîtî gabhra (herrî)... proto-hindûewropî *ṷep- (pelate kirin, belawela kirin, hilavêtin).

Ji bilî zimanên îranî, di şaxên din yên zimanên hindûewropî de hevrehên peyva berf/befr peyda nabin. Berf bi û berf barîn jî *sneygʷʰ- bû ku niha jî dûndehên wan di piraniya şaxên hindûewropî de peyda dibin: bo nimûne îngilîzî snow, rusî снег (snêg) û fransî neige. Heman peyv di zimanên kevn û yên navîn yên îranî de jî hebû: pehlewî 𐭮𐭭𐭩𐭤𐭫‎ (snêxr) û 𐭮𐭭𐭩𐭰𐭪‎ (snēzag) û avestayî 𐬯𐬥𐬀𐬉𐬲𐬀𐬌𐬙𐬌‎ (snaēžaiti: berf dibare) lê ev peyv ji zimanên niha yên îranî winda bûne.

Li aliyekî din, peyva îranî ya niha ketiye piraniya zimanên Hindistan, Pakistan û Nepalê: hindî बर्फ़ /barf/ (li gel हिमपात /himpāt/ ya xwemalî), ûrdûyî (berf), puncabî () (berf), gujaratî બરફ /baraph/ (li gel હિમ /him/ û હિમવર્ષા /himvarṣā/) yên xwemalî), bengalî বরফ (borof)... Heman peyv wek (berf) ketibû tirkiya osmanî jî û li gel (qar) ya xwemalî di edebiyatê de dihat bikaranîn lê berf ji tirkiya niha ketiye û tenê kar maye.

Çavkanî: Chyet berf, Horn p.47, MacKenzie P.135, Lubotsky

Têkilî

Bide ber

Bi zaravayên din

Werger

Remove ads

Weylsî

 m

  1. (zimannasî) lêker, fiil

Çavkanî

Ev made ji wergerên lêker hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads