gur

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda nêr a binavkirî ...
Gotareke li ser gur di Wîkîpediya kurmancî de heye.

gur axlebî nêr

  1. (guhandar) Heywanek e dişibe seyan anku kûçikankûvî ye (bi taybetî êrişî sewalan dike û ji wan dixwe).
  2. (mecazî) Kesa/ê dixwaze ziyanê bigihîne kesek din.
    • Hevrê û rêberê min ê evîn û evîndariyê Ovidius li derekî jî weha gotibû; "Meriv gurên hev in..." Di wan rojên tarî yên nêçîra Ruhistîn de, ez gelek caran li vê gotinê fikirîm. Meriv, bi rastî, gurên hev bûn, mîna guran diketin gewriya hev û cîh li hev dikirin gola xwînê. Hê hingî, ez li Pera'yê, cîhê gurên mezin difikirîm. Hem ji bo qesta felekê hem ji bo fahmkirina çerxa dinê û şerê guran.  ()
  3. (mecazî) Kesên fêde, camêr, yên ku xwe bi rê ve dibin.
    • Min dî bi wext ew nêk bi xet îro li text fexfûr-i bû
      Fexfûrsur e sîmadur e heybetpur e pir dil gur e
      Ew hate miş min çûne hiş dil min di 'iş -qê fûr-i bû
        ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Pîrepend

  • ku ti ne gur bî wê gur te bixwe
  • ma gurê kuderê nêwiye
  • ma te gur kuştiye ma min nehilîştiye
  • te gur kuştiyê min nîştiyê

Biwêj

Têkildar

Bide ber

Etîmolojî

Ji proto-îranî (gur), ji proto-hindûîranî (gur), ji proto-hindûewropî (gur). Hevreha soranî () û (), kurdiya başûrî , lekî gurg, farisî (), tacikî гург (gurg), belûçî (), partî 𐫃𐫇𐫡𐫃‎ (gurg), pehlewî 𐭢𐭥𐭫𐭢‎ / 𐬔𐬎𐬭𐬔‎ (gurg), tatî wurg, hewramî werg, sogdî ܘܝܪܩ‎ (wyrg), mazenderanî (), zazakî verg, gîlekî (), hexamenişî 𐎺𐎼𐎣 (varka, /verke/), avestayî 𐬬𐬆𐬵𐬭𐬐𐬀‎ (vəhrka, /vihrke/), sanskrîtî वृक (vṛ́ka), hindî वृक (vŕk), bulgarî вълк (vǎlk), rûsî волк (volk), çekî/slovakî vlk, polonî wilk, lîtwanî vil̃kas, latviyayî vìlks, hîtîtî 𒉿𒀠𒆪𒉿𒀸 (wa-al-ku-wa-aš: tiştê xirab), inglîziya kevn wulf, inglîziya niha û holandî wolf, almanî Wolf, danmarkî/norwecî/swêdî ulv û herwiha bi metatezê yûnanî λύκος (lýkos) û latînî lupus.

Forma bi G li dawiyê (gurg) di kurmanciya rojhilatî de hatiye parastin lê di kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî de G jê ketiye û bûye gur.

Tevî nêzîkiya dengî jî li gel hevwateya xwe ya tirkî kurt, ji aliyê etîmolojî ve ew ne ji eynî rehî ne û kurt ya tirkî jî hevrehê xwe di zimanên din yên tirkîkî de hene û ne ji zimanekî îranî hatiye wergirtin, bo nimûne: azerî qurd, qazaxî құрт (qurt), oyxurî () (qurt)...

Çavkanî:
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, .
  • (1893): [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • , , , 1966
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010
  • Turner, Ralph Lilley (1969–1985): A Comparative Dictionary of the Indo-Aryan Languages, London: Oxford University Press.
  • Watkins, Calvert, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots, Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2an
  • .
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

  • Canis lupus

Bi zaravayên din

Werger

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

gur m

  1. (bijîşkî) xur, nexweşiyek e ku mirov û heywanan dixurîne

Werger

gur m

  1. girê, girêk, girêdan (bi taybetî ji terikên daran yan jî bi qor û qamîşî)

Werger

Rengdêr

Zêdetir agahî Pozîtîv, Komparatîv ...

gur, r-ya req

  1. xurt, bihêz, qewî, geş.
    • Xwînbarî dikir bi herdu çavan
      Seyla cegerê wesa li gur hat
      Goya ko bi ser Erez ve gur hat
        ()
    • ...agirê gur...  ()

Herwiha

Etîmolojî

Hevreh bi soranî (, têhn; hêz), sanskrîtî (), ji *gurn, proto-îranî , proto-hindûîranî , proto-hindûewropî (germ, kel), hevreh bi germ û kel. Guherra ramanê a mecazî ji têhn, germî va di zimanên din da jî peyda ye. Bêtêkilî tirkî û .

Ramanên din ên wek "dengê brûskan" onomatopoetîk in.

Werger

Remove ads

Albanî

  1. kevir

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads