heyv

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...
Gotareke li ser heyv di Wîkîpediya kurmancî de heye.

heyv m

  1. (astronomî) Cismekî asîmanî ye ku li dor dinyayê dizivire û bi taybetî bi şev şewqa xwe didiyê.
    • Bêyî te
      Xweza wêran e
      Dengê şalûl û bilbilan ewtîn û reyan e
      Heyva çardeşevî melûl û bêxwedan e
        ()
    • Hejmara pêketiyên Korona li rojavayê Kurdistanê zêde dibe. Heyva Sor a Kurd dibêje, tîmên wan 24 demjimêran kar dikin, lê hejmar gelek e û xelk jî di pêkanîna rênmayan de xemsar in.  ()
    • Heyvgirtina herî demdirêj a sedsalî diqewime û li Başûrê Kurdistanê heyvgirtin saet 21:24an destpê kiriye. Gerdûn dê bikeve navbeyna heyv û rojê û bi vî awayî bûyera heyvgirtinê pêk tê, ku dê dirêjtirîn heyvgirtina sedsala 21an be.  ()
  2. Meh, 30 roj, heyamek nêzî 30 rojan yan çar hefteyan ku di dema wê de heyv (1) dibe.
    • Rûken Yeşilbingol di heman demê de diyar kir ku wan biryar dane ku 6 mehan ango heta meha Remezanê, her heyv herî kêm 120 malbatan re bibin alîkar û got: “Hin xêrxwazên dîn jî hebin em dikarin ku hejmara malbatan zêde bikin.  ()
    • Ji mehan heyva gulanê bû; berfa zozanan diheliya, avên çem û rûbaran boş bûbûn. Sibê zû rabû ser xwe, cotek nan û hinek pêxwarin kir nav paçekê û li çelteyê xwe dagirt. Paşê çelteyê xwe da milê xwe, babê xwe da pişta xwe û berê xwe da Kelha Gurkêlê.  ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Hevmane

Etîmolojî

Serekaniya peyvê nayê zanîn lê hevreha ayişm ya pehlewî û aşm (aşme, aşmi, aşmî) ya zazakî ye. Di kurmancî dengê M dibe v û yê ş winda dibe. Bo nimûne, di farisî de çeşm û di kurmancî de çav, di zazakî de amnan, di kurmancî de havîn. Hêjayî gotinê ye ku di soranî û farisî de peyvên cuda bo "heyv" û "meh" nînin, bi soranî herdu "mang" û bi farisî jî herdu "mah" in ku herdu jî hevrehên peyva meh ya kurmancî ne. Lê li aliyekî din, balkêş e ku di hin devokên kurmancî de peyva "meh" peyda nabe û bêjeya "heyv" bi herdu maneyan li kar e.

Bi zaravayên din

  • Soranî: ()

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads