tu

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Cînav

Zêdetir agahî Yekjimar, Pirjimar ...

tu, t-ya nerm

  1. kesaduyem ya / yê yekjimar,
    kesa/ê jê re tê axiftin yan nivîsîn,
    kesa/ê guhdar
    Tu çawa yî?
    – Ez û tu biçin!

Herwiha

Bi alfabeyên din

Çemandî

Bide ber

Têkildar

Zêdetir agahî Yekjmar, Pirjimar ...

Bikaranîn

  • Cînavê "tu" û forma wî ya çemandî/tewandî yekhejmar in. Carinan li cihê wan jî bo mebesta rêzgirtin anku qedirgirtinê cînavê "hûn" û forma wî ya çemandî "we" tên bikaranîn. Ev bikaranîn vê dawiyê ji zimanên ewropî belavî kurdî bûye. Di farisî û bi taybetî di îngilîzî cînavê duyem yê yekhejmar (bi farisî "tû", bi îngilîzî "thou") cih daye cînavê duyem yê pirhejmar (bi farisî "şoma", bi îngilîzî "you") ku niha êdî hem li şûna cînavê pirhejmar û hem jî yê yekhejmar tên bikaranîn.

Etîmolojî

Hevreha din ya kurmancî te, soranî () û soraniya devokî (), zazakî ti (tu) û to (te), farisî (tû), tacikî ту (tu), peştûyî (të), avestayiya nûtir 𐬙𐬏𐬨‎ (tūm), avestayiya kevn 𐬙𐬎𐬎𐬇𐬨 (tuuə̄m), hexamenişî 𐎬𐎺𐎶 (tu-v-m /tuvam/), sanskrîtî त्वम् (tvám), hindî तू (tū), ûrdûyî () (tū), latînî , fransî/îtalî/katalanî/portugalî/romanî tu, spanî , latviyayî tu, lîtwanî , rusî/belarusî/ukraynî ты (ti), çekî/polonî/slovakî ty, bulgarî/makedonî ти (tî), îngilîziya navîn û îngilîziya nû ya berê thou (niha cih daye you ya bi eslê xwe pirhejmar anku bi maneya "hûn"), almanî/danmarkî/norwecî/swêdî du, ermenî դու (du), albanî ti, yûnaniya kevn σύ (sú) û yûnaniya niha εσύ (esý), hîtîtî 𒍣𒄿𒅅 (zi-i-ik /zīk/)... hemû ji proto-hindûewropî

Bi zaravayên din

  • Soranî: to
  • Zazakî: ti

Werger

Hoker

tu, t-ya req

  1. ti, çu, hîç, qet
    Min tu caran ew nedîtiye. (Min qet ew nedîtiye. Min carekê bi tenê jî ew nedîtiye.)

Etîmolojî

Binêrin: ti

Werger

Remove ads

Fransî

Bilêvkirin

Cînav

  1. tu, te

Înterlîngua

Cînav

  1. tu; te

Îtalî

Bilêvkirin

Cînav

  1. tu; te

Katalanî

Bilêvkirin

Cînav

  1. tu; te

Latînî

Cînav

  1. tu; te

Lojbanî

Cînav

  1. ewa han, ewê han

Polonî


Bilêvkirin

Hoker

  1. vir, vê derê, ev der

Portugalî

Bilêvkirin

Cînav

  1. tu; te

Romanyayî

Bilêvkirin

Cînav

  1. tu; te

Spanî

Bilêvkirin

Cînav

  1. ya / yê te

Tirkî

Baneşan

  1. tifî, hey tif hey, qeda lê bikeve

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads