silav

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

silav m

  1. Yek yan çend gotinên xweş û şirîn yên kesek dibêje bi taybetî dema kesekê/î dibîne yan jî dest bi axiftinekê dike.
    (Wek merheba, rojbaş, bi xêr hatî û hwd.)
  2. Peyamek ji gotinên xweş pêkhatî ya ji kesekê/î yan aliyekî re tê şandin.
    Hevalan silav ji te re şandin.
    Silavên min li wan bike!
    Silavên gelek partiyan di salvegera wê partiyê de hatin xwendin.
    • Seyra felekan li nik te gavek
      Fexra melekan ji te silavek
      Şeqqe l-qemera te yek işaret
        ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Hin silav

Etîmolojî

Ji erebî (, silav, selam, aştî), hevreha aramî ܫܠܡܐ (şilama), îbrî שלום (şalom), akadî šalāmu, ge'ezî ሰላም (sälam), tigrînî ሰላም (sälam), ugarîtî š-l-m... hemû ji proto-samî *šalām-. Di kurdî de hê jî di hin devokan de li cihê "silav"ê "silam" yan "selam" tê gotin (hem bi maneya "merheba!" û hem jî bi wateya "merhebayî, silavdan, silavkirin, silavlêkirinê". Bi heman maneyan di farisî de jî wek "selam" tê bikaranîn. -m- ya proto-hindûewropî û proto-aryayî û hevreha peyvên kurdî di zimanên lêzim de gelek caran di kurmancî de dibe "v": "nam" ya farisî û nav ya kurmancî, "gam" ya zazakî û gav ya kurmancî, "gom" ya ermenî û gov ya kurmancî. -e- jî di kurmancî de bi gelemperî vediguhere -i-: "behar" ya farisî, bihar ya kurmancî, "kerden" ya farisî, kirin ya kurmancî. Peyvên ku ji mêj ve ji zimanên biyanî hatine deynkirin jî bi heman awayî dengên xwe diguherînin.

Bi zaravayên din

  • Soranî: ()
  • Xwarîn: ()

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

silav m yan n li gorî maneyê

  1. (rûsî û miletên nêzîkî wan) Binêre: slav (1)


Baneşan

silav

  1. gotinekek kirinê ye:
    Silav, hûn çawan in?
    Silav, temaşevanên hêja!
Hemane: merheba, selam, silamelêk, silamun eleykum

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads