xew

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

xew m

  1. rewşa mirov yan heywanek din tê de nivistî anku raketî anku razayî ye,
    bêhişiya ku mirov êvaran dikeviyê û bi şev tê de ye û spêdeyanşiyar dibe
    ketin xewê (nivistin, raketin, razan)
    di xewê de bûn (nivistî bûn, raketî bûn, razayî bûn)
    ji xewê hişyar bûn, ji xewê rabûn (hişyar bûn, şiyar bûn)
  2. sekinîn
    • Wê demê, qencîya min diket xew, xerabiya min, a ku ji ber arûzeyan hişyar dima.  ()

Herwiha

Bi alfabeyên din

Têkilî

Bi zimanê zarokan

Etîmolojî

Hevreha din ya kurmancî xewn, soranî () û (), kurdiya başûrî xew, lekî xaw, goranî/hewramî xaw, zazakî hewn, mazenderanî (), gîlekî (), farisî (), belûçî (), pehlewî (), avestayî 𐬓𐬀𐬞𐬀𐬥‎ (xᵛapan: xew) û 𐬓𐬀𐬠𐬛𐬀-‎ (xᵛabda-: nivistin) û 𐬓𐬀𐬟𐬥𐬀 (xᵛafna: xewn)... sanskrîtî स्वप (svapa) û स्वाप (svāpa), punjabî ਸੌਣ (sauṇ), hindî स्वप्न (svapn) û षुप्ति (ṣupti)... latviyayî sapnis, lîtwanî sãpnas... rûsî/ukraynî/makedonî сон (son), bulgarî сън (sǎn), serbokroatî са̏н / sȁn, çekî/polonî/slovakî sen... îrlandiya kevn súan... latînî somnus, romanî somn, îtalî sonno, fransî somme, sommeil, portugalî sono, spanî sueño... inglîziya kevn swebban, inglîziya niha sweb, asweve, danmarkî/norwecî sove, sovne, søvn, swêdî sova, sömn... hîtîtî 𒋗𒌒𒈦𒉿𒀭𒍝 (su-up-pár-wa-an-za /supparwanz(a)/)... yûnaniya kevn ὕπνος (húpnos)... hemû ji proto-hindûewropî .

Bo guherîna dengên *sw- yên proto-hindûewropî bi xw- di zimanên îranî de bidin ber herwiha: xwandin, xwê, xwişk...

Peyva yûnanî ὕπνος (húpnos) ketiye gelek zimanan û kurdî jî: hîpnoz, hîpnotîk...

Peyva îranî bi forma xwe ya farisî ketiye hinek zimanên Hindistan û Pakistanê jî, bo nimûne: hindî ख़्वाब (xvāb), ûrdûyî ()

Çavkanî:
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, .
  • (1893): [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Pokorny, Julius, Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, Calvert, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots, Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2an

Bi zaravayên din

Werger

Remove ads

Soranî

Bilêvkirin

  1. xew

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads