ceger

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

ceger m

  1. Organa leşî ya xwarinê dihelîne û jehran diruxîne.
    Hevmane: cegera reş, mêlak, pişa reş
  2. Organa leşî ya nefes pê tê kişandin.
    Hevmane: cegera spî, pişa spî, pof, pişik
  3. dil, qelb, hinav
    Ceger li min sot.
    Dilê min şewitand.
  4. (mecazî) cesaret, bistehî, wêrekî, curet
  5. gotin ji bo kesên gelek ezîz li def mirovî, herwiha ji bo zarokên mirovî jî tê gotin.

Ji wêjeya klasîk

  • Sebr û qerarim ko bir
    Can û ceger hûr dikir
    Zulmê we reng kê dikir
      ()

Bi alfabeyên din

  • (edebiyata klasîk) جگر ()

Herwiha

Bide ber

Etîmolojî

Bi avesta yâker, bi farisiya navîn ceker. Peyva ceger'ê ji farisiya navin ket kurdî. Bi kurdiya orijînalî ev peyv divê yeger bibû, lê bûye winda.

avestayî: yākar- ("ceger")
pehlewî: yākar, ǰākar ("ceger")
farisî: ǰiger ("ceger")
osetî: iger ("ceger")
belûçî: ǰagar ("ceger")
kurdî: ceger
zazakî: 'ǰīger alfabeya arî
sanskrîtî: yākrt- ("ceger")
yûnanî: hepar ("ceger")
latînî: jecur ("ceger") ...

Çavkanî
  • (1893): [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 157.,
  • Watkins, Calvert, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots, Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2an, r. 102,
  • , , , 1966, r. 128
  • .

Werger

Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads