mar

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda nêr a binavkirî ...

mar n

  1. heywanekî xwijokbêdest û bêpê ye (zîlika gelek ji wan jehrawî ye)
    marê reş
    marê gewr
    Eger mar bi mirovî vede, dibe ku mirov bimire.
    • Raziqê bêdestûpa û mar û mûr / 'Alimê sirra negotî der sudûr  ()
    • (...) di jîyîna rojane de mar çawa em zanin wek rawirekî zêdetir bi kûvîtiya xwe, zordestî û êrîşkariya xwe ve tê nasîn.  ()
    • "(...) ew debançeya mîna marekî reş ji ber xwe kişand û berê wê da min û te."  ()
    • Di zaroktiya me de eger yekî xwarin bixwara, ye din digotê: Eger tu hinekî nedî min wê marê min bi şêv bê te.  ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Bide ber

Gotinên pêşiyan

  • mişk û mar nabin yar.
  • mar û mişk bûne xwişk
  • mar kuna/qula xwe nas dike

Bi zaravayên din

  • Kurmancî: mar, me'r... (bo hemû varyantan li jortin binêrin)
  • Soranî: mar
  • Kurdiya başûrî: mar
  • Goranî/hewramî: mar
  • Zazakî: mar

Etîmolojî

Hevreha soranî (), goranî/hewramî mar, zazakî mar, belûçî (), farisî (), pehlewî 𐭬𐭠𐭥 (mar). Ji van pê ve bi esehî nayê zanîn.

Di avestayî de "mar" 𐬀𐬲𐬌‎ (aži, /ejî/) bû ku peyveke ji proto-hindûewropî ye û hevreha sanskrîtî अहि (áhi), ermenî իժ (iž), almanî Egel (zêrû) û yûnaniya kevn ὄφῐς (óphis) e. Heman peyv bi awayê ec di pehlewî de jî hatiye qeydkirin. Ew di zimanên niha yên îranî di peyva ejdeha de maye.

Bi nêrîna Tsabolov mar peyveke xwemalî ya ji zimanên îranî ye û ji peyva *mer- (mirin) hatiye çêkirin wek çawa ku peyva osetî marg (jehr) jî ji peyva merg, mirin hatiye çêkirin.

Lê bi ihtimaleke mezintir mar ji zimanekî kevn yê ne-hindûewropî yê Rojhilata Navîn hatiye wergirtin lê ne ji zimanekî samî. Bo nimûne belkî ew ji sûmerî [Peyv?] hatibe wergirtin ji ber ku di sûmerî de "mar" bi peyvên mir, mirša dihat nasîn.

Çavkanî:
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, .
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010
  • The Pennsylvania Sumerian Dictionary (Ferhenga sûmerî ya Pennsylvaniayê)
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

mar m

  1. mehr, nikah, zewicîn, jinûmêr li hev helal kirin:
    mela mara wan dibire
    li xwe mar kirin
    wî jinik li xwe mar kir anku pê re zewicî

Etîmolojî

Bi rêya erebî () ji zimanên îranî, hevreha hexamenişî 𐎷𐎰𐎼 (mithra: peyman), avestayî 𐬨𐬌𐬚𐬭𐬀‎ (miθra), sanskrîtî मित्र (mitra)... hemû ji proto-îranî.

Bo zêdetir agahiyan, binêrin: mehr.

Werger

Remove ads

Soranî

Bilêvkirin

  1. (xişok) Bi alfabeya latînî nivîsina ().

Zazakî

Bilêvkirin

 n

  1. (xişok) mar

Aragonî

 m

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Astûrî

 m

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Frîsî

 n

  1. (av) gol, deryaçe, gola avê

Çavkanî

Ev made ji wergerên gol hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Galîsî

 n

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Îngilîzî

Bilêvkirin

  1. leke, teqme

Lêker

  1. pûç kirin, herimandin, lewitandin, tewizandin, lekedar kirin

Înterlîngua

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Îrlendî

Girêdek

  1. çimkî, çunkî, ji ber ku

Kapverdî

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Katalanî

 m

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Lombardî

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Mîrandî

 n

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Oksîtaniya kevn

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Oksîtanî

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Portugalî

Bilêvkirin

 n

  1. derya, behr

Romancî

 m

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Somalî

  1. car

Çavkanî

Ev made ji wergerên car hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Spanî

Bilêvkirin

 m yan n

  1. derya, behr

Venîsî

 n

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî

Ev made ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads