sal

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

sal m

  1. 12 meh, 365 roj, 52 hefte
    bihar û havîn û payiz û zivistan bi hev re
    • Hate gêrran hêj ne behsa Ademê
      Nê hezaran salê çûne axîrî
      Ew nebûbû Adem, hêj av û herî
        ()

Bi alfabeyên din

Gotinên pêşiyan

  • serê salê, binê salê, Xwedê kurekî bide kevaniya malê
  • sal bi sal, xwezî li par
  • sal wekî bawîşka tên û diçin
  • sala du bihar û zilamê bi guhar û pîra bi yar
  • salekê şivan e, deh salan heywan e
  • salê carek mêranî, mehê carek mêvanî, rojê carek domanî

Têkilî

Qafiye

Binêre herwiha

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî (germ bûn).

Hevreha soranî (sał), kurdiya başûrî sał, hewramî sał, belûçî (), farisî (sal), tacikî сол (sol), talîşî () û sor, pehlewî 𐭱𐭭𐭲‎ (/sāl/), pertî 𐫘𐫀𐫡‎ (/sar/), zazakî serre, osetî сӕрд/сӕрдӕ (særd/særdæ: havîn), (avestayî 𐬯𐬀𐬭𐬆𐬜𐬀‎ (sarəδa), hexamenişî 𐎰𐎼𐎭 (θ-r-d), sanskrîtî शरद् (şered: 1. payiz 2. sal).

Koka hindûewropî herwiha serekaniya bo nimûne latînî (germ bûn) ye.

Urdûyî () û hindî (, sal) ji zimanên îranî hatine wergirtin; peyva sanskrîtî शरद् (şered) di wan de maneya "payiz"ê dide. Bo hin nimûneyên din jî ku "-rd-" ya îraniya kevn di kurmancî de dibe "l", binêre "gul, al, gel, çil (40), kalan"...

Di makezimanê proto-hindûewropî de peyva bi wateya "sal" *yóh₁r̥ ku bo nimûne year ya îngilîzî, Jahr ya almanî û år ya swêdî jê hatine. Di nav zimanên îranî de ew di avestayî de wek 𐬫𐬁𐬭𐬆‎ (yārə: sal) û di hexamenişî de wek 𐎯𐏁𐎹𐎠𐎼𐎶 (duşi-yāram: hişkesal, sala kêmbaran) hatiye qeydkirin. Ew wek peyveke serbixwe di zimanên niha yên îranî de nemaye lê di kurdî de di peyva pêrar (du sal berî niha) û di hevwateya wê ya farisî (pîrar) de maye ku herdu ji forma îraniya kevn ya *pere-yar hatine ku li dawiyê wê "-yar" bi maneya "sal" e.

Peyva sal û peyva zazakî serre hinekî dişibin hevwateya xwe ya erebî sene (şene, şente bi zimanên din yên samî) û herwiha hevwateyên xwe yên bi zimanên tirkîkî jî, bo nimûne qazaxî û kirgîzî жыл (cıl - bi tirkî yıl) lê nêzîkiya wan ya dengî tenê tesedifî ye. Lê tirkî herwiha peyva sene bi kar tîne ku ji erebî hatiye wergirtin.

Çavkanî:
  • , Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî [""], Moskova, 2001-2010, r. 247
  • (2003): , Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, , r. 527, 450.
  • Mayrhofer, Manfred (1992–2001): Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen [Ferhenga etîmolojî ya hindûaryayiya kevn] (bi almanî), Heidelberg: Carl Winter Universitätsverlag.

Bi zaravayên din

  • Soranî: ()
  • Xwarîn:
  • Zazakî:   

Werger

Remove ads

Tirkî

  1. darbeşan, kelek, cum der
  2. çardar

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads